Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bajarê ku bi hezaran koçber pêşwazî dike, rastî êrîşên Tirkiyê tê

Dîmen

MINBIC – Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku bi hezaran koçber ji herêmên pevçûnan berê xwe didin Minbicê û got ku çeteyên dewleta Tirk jî êrîşî herêmê dikin.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku ji ber topbarana rêjîma Baas û çeteyên DAIŞ′ê, bi hezaran welatiyên sivîl koçî Minbicê dikin. Derwîş wiha got: ″Ji şevê din ve heta saetên êvarî yên îro, bi hezaran koçber derbasî Minbicê bûn.″

Derwîş anî ziman ku pêdiviya koçberan bi alîkariyê heye û bang li rêxistin û desteyên navneteweyî û mirovî kir ku destek bidin koçberan. Derwîş wiha axivî: ″Divê rewşa koçberan bi rewşa siyasî ve neyê girêdan.″

Derwîş da zanîn ku di heftiya dawî de, 45 hezar koçber derbasî Minbicê bûn û ev tişt got: ″Em li aliyekî koçberan pêşwazî dikin, li aliyekî rastî êrîşên çeteyên dewleta Tirk tên.″

(mm)

ANHA