Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bakurê Sûriye aktorê çareseriyê ye’

Dîmen

CAFER CAFO

EFRÎN – Ji berpirsên Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif diyar kir ku aktorê sereke ji bo serkeftina civînên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê beşdariya nûnerên Bakurê Sûriyeyê ye.

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federariya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif di hevpeyvîneke li gel ANHA’yê de anî ziman ku madem nûnerên rasteqîn ên Bakurê Sûriyeyê beşdarî civînên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê nabin, wê ew civîn bi ser nekevin.

Rohilat Arif got “Bi navê çareserkirina aloziya Sûriye, li Cinêv û Astanayê û hin cihên din civîn hatin lidarxistin, lê yek civînê jî çareserî peyda nekir û hemuyan jî tu encam negirt.”

Rohilat Arif destnîşan kir ku ji bo serkeftina civînan hêman û aktorê sereke, beşdariya nûnerên rasteqîn ên gelên Sûriyeyê ye û wiha dom kir “Nûnerên Bakurê Sûriyeyê beşdarî van civînan nebûn, ji ber vê yekê ew civîn bi ser neketin. Divê  ev yek baş were zanîn.”

Rohilat Arif di nava axaftina xwe de bal kişand ser bandora neyînî ya dewleta Tirk di astengkirina çareserkirina aloziya Sûriyeyê û got “Gelek alî naxwazin gelên herêmê bigihêjin hev û bibin yek. Ew alî dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û tevlîheviyan derxînin. Yek ji wan dewleta Tirk e ku her roj gefan li herêmê dixwe û bi hemû rêbazên hewl dide ku nûnerên rasteqîn ên Bakurê Sûriyeyê ji qadên navnetewî dûr bixe.”

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federariya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî kir ku careke din kesên wê beşdarî civînan bibin di ber çavan re derbas bikin û got “Ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk pêk were, divê pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê wekî beşekî ji van civînan werin destgirtin.”

(bb)

ANHA