Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bakurê Sûriyeyê spartgeha herî aram ji koçberan re ye-1

Dîmen

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber aloziyên ku li herêmê tên jiyankirin Rojava (Bakurê Sûriyeyê) veguherî spartgeha herî aram ji welatiyên Sûriyeyê û dewletên cîran re. Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê tevî rewşa ambargoyê ku li ser Bakurê Sûriyeyê hatiye ferzkirin li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan kir, lê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahî û alîkariyan ji van kampên koçberan re ev alîkarî kêm ma.

Aloziya Sûriyeyê di sala xwe ya heftemîn de berdewam dike û ji ber heman zihniyeta rêjîma Baasê û aliyê ku xwe bi “opozîsyona Sûriyeyê” bi nav dike hêjî ti çareserî ji vê aloziyê re nehatiye peydakirin. Herdu alî li ser daxwaza dewletên ku alîkariya wan dikin û di Sûriyeyê de xwedî pilan in, hewl didin hin pêkhateyên Sûriyeyê tune bikin.ROJAVA-KAMB-DOSEA (2)

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve welatiyên Bakurê Sûriyeyê li ser rêgeza netewa demokratîk û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de xwe birêxistin kirin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hevgirtina xwe xurt kirin û bi yek helwestê li dijî êrîşên terorîst ku gelên herêmê armanc digirtin li ber xwe dan. Welatiyên Bakurê Sûriyeyê karibûn metirsiya rêxistinên terorîst ji herêmê dûr bixînin. Bi vê yekê herêmên Bakurê Sûriyeyê veguherîn spartgeha herî aram di Sûriyeyê de û hemû welatiyên bajarên Sûriyeyê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên rêjîma Baasê direviyan, hembêz kirin.

Bi armanca hembêzkirina pêla koçberan a ber bi Bakurê Sûriyeyê ve Rêveberiyên Xweser ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê gelek kampên koçberan ava kirin da ku van welatiyan têde bi cih bikin û li gorî derfetên xwe alîkariya van koçberan kirin.

Di vê raporê de em ê hewl bidin balê bikişînin ser rewşa xizmetguzariyan a di van kampên koçberan de û sedemên ku evan kamp hatine vekirin û çi xizmet bi koçberên wan re hatine kirin.

Hol

Kampa Hol di 9’ê Adara 2016’an de li nêzî sînorên siyasî yên di navbera Sûriye û Îraqê de ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate avakirin. Kamp 20 km rojhilatê bajarê Hesekê dikeve û 1 km li başûrê bajaroka Hol dikeve.ROJAVA-KAMB-DOSEA (9)

Vekirina kampa Hol di encama pêla koçberên ji bajarê Mûsilê ya Îraqê de pêk hat, nemaze piştî ku rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê deriyên xwe li pêşiya van koçberan girtin. Piştî ku hêzên Îraqê û Pêşmergeyan dest bi hemleya rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destên çeteyên DAIŞ’ê kirin, hejmara koçberan jî gelekî zêde bû. Li rex vê yekê hejmara koçberên ji bajarê Sûriyeyê jî ku ji ber hovîtiya rêjîma Baasê û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra direveiyan zêde bû. Koçberan berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber ku spartgeha herî aram di Sûriyeyê de ye.

Di kampa Hol de 1000 kon hatine vegirtin û 220 xanî hene û evan xanî jî di sala 1991’an de hatine avakirin. Di vê kampê de 3 hezar û 500 koçberên Îraqî û nêzî hezar û 500 koçberên ji hundirê Sûriyeyê hatine bicihkirin.

Bi armanca birêxistinkirina kampê û belavkirina alîkariyan li hemû koçber û penaberan, Rêveberiya Kampê kordîneya xwe bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re kir û di hundirê kampê de komîn û meclîs ava kirin. Evan komîn û meclîsan xebatên birêxistinkirina koçberan û rewşa xizmetguzariyê hêsan kir. Her wiha niştecihên kampê jî kêfxweşiya xwe bi vê gavê nîşan dan, ji ber ku bi awayekî komînal di nava hevûdu de dixebitin.ROJAVA-KAMB-DOSEA (11)

Bi armanca belavkirina alîkariyan li koçber û penaberan di aliyên tenduristî û xizmetguzariyê de Heyva Sor a Kurd navendeke xwe di kampê de ava kir. Ev navend jî ji gelek ambolansan pêk tê û li gorî kadroya xwe ya tenduristî alîkarî pêşkêşî koçberan dikir û hin rewşên awarte vediguhestin nexweşxaneyên herêma Cizîrê.

Di aliyê xwarinê de Rêxistina Rojava ya Hawarçûnê peydakirina pêdiviyên xwarinê yên koçberên kampê girt ser milê xwe û di vê yekê de hevkariya xwe bi saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re kir. Her wiha kordîne bi hejmareke rêxistinên weke “NRD, IRC û IRD” yên girêdayî Netewên Yekbûyî re kir lê van rêxistinan xebatên xwe li gorî tê xwestin pêk neanîn û Rêveberiya Xweser û Rêxistina Rojava bi tena xwe barê peydakirina pêdiviya pêdiviyên koçber û penaberan rakirin ser milê xwe.

Kampa El-Sed

Bi dijwarbûna şer û pevçûnan di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Dêrazorê û gundewarê wê ku herdu aliyan welatiyên sivîl ên di dorpêçê de armanc dikirin û çeteyan welatiyên sivîl weke mertalên zindî bikar dianîn, welatiyên Dêrazorê berê xwe dan herêma Cizîrê û xwe ji êrîşên ezmanî yên rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê û komkujiyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Ji ber pêla mezin a koçberan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bi kêmderfetên xwe kampa El-Sed li bajaroka Erîşa ya girêdayî navçeya Şedadê ava kir û spartgehek ji koçberan re peyda kir.

Kampa El-Sed 30 km başûrê bajarê Hesekê dikeve û di Hizêrana 2017’an de ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate avakirin. Niha di vê kampê de 200 kon hatine vegirtin û koçberên têde hatine bicihkirin nêzî 50 hezar kes in û piraniya wan ji bajarên Reqa û Dêrazorê ne, her wiha hejmareke koçberên bajarên din ên Sûriyeyê têde hatine bicihkirin. Lê piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêmên wan rizgar kirin, gelek ji van koçberan vegeriyan malên xwe.ROJAVA-KAMB-DOSEA (10)

Li gorî Rêveberiya Kampê niha di kampê de 15 hezar koçber hene û piraniya wan ji bajarê Dêrazorê ne.

Tevî hemû kêmderfetan Heyva Sor a Kurd tavilê navendeke tenduristiyê di kampê de vekir û alîkarî pêşkêşî koçberan kir. Rêxistina Rojava ya Hawarçûnê madeyên xwarinê peyda kirin.

Ji ber hejmara zêde ya koçberan û kêmderfetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên girêdayî wê, bang li sazî û rêxistinên navnetewî kir da ku alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin. Lê ti bersiv ji van rêxistinên girêdayî Netewên Yekbûyî nehat û alîkariyên pêşkêş kirine sînordar bûn û têra koçberan ne dikir.

Ebû Xeşeb

Hejmara penaberên ji gund û bajarokên têde pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Daişê de hene reviyane herêma Ebû Xeşeb zêde bû, û ji bo wan penaberan bikaribin bihewînin encûmena Dêrazorê ya sivîl bi lez kampek di herêma Ebû Xeşeb de bi heman navî ”Ebû Xeşeb” vekir.

Li wir jî kampa Dêrazorê ya penaberan jî heye. Ew kamp di 14 ê Cotmeha 2017 an de vebû, 75 km bakûrî bajarê Dêrazorê ye, têde 405 kon hene, lê belê ji ber nebaşiya rewşa hewayê di herêmê de hejmara konan kêmbû û bû 305 kon piştî ku bahoza qûmê hejmarek ji wan konan xirab kir, niha di kampê de 320 malbat hene piraniya wan ji jin û zarokan e ji bajarên BûKemal, elMeyadîn, elReqaa û hejmarek ji malbatên bajarê Helebê.ROJAVA-KAMB-DOSEA (14)

Rêveberiya kampê destnîşankir ku wan ta niha hejmara niştecihên kampê tekez negirtine, lê wan diyar kir ku ew zêdeyî 1500 kes in.

Rêveberiya kampê balkişand ser ku rêxistinên mirovahî tu piştgiriyê nade wan, di rewşa ku di kampê de kêmasiyên jiyanî û konan  gelek in, ev pirsgirêk dihêle penaber dema xwe di avakirina dîwaran de derbas bikin da ku xwe ji baran û ba biparêzin, û tenê alîkariyên têne kampê ji aliyê rêxistina Rojava ya Hawarçûnê û Geşkirinê û ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, ew jî têrî pêdiviyên penaberan nakin.

Û ji bo alîkariya tendûrustî pêşkêşî penaberan bikin Hêva Sor a Kurdî vebû û li gor derfetên heyî navendeke wan heye ji bo destwerdanên lezgîn û dermanên nexweşiyên ne pir giran.

El-Kerramê

Piştî şer di derdorî bajarê Reqayê de dijwar bû di hemleya Xezeba Firatê ya ku hêzên Sûriyê Demokratîk destpêkiribû ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên Daişê di 5ê Cotmeha 2016 an de, û kirayrên çeteyên Daişê hovane û terorîst bi  mafê sivîlên herêmê, û ew weke mertalên zindî bikaranîn ji bo pêşveçûna QSDê di herêmê de asteng bikin, QSDê korîdorên ewle ji bo sivîlan vekirin da ku wan ji çeteyan rizgar bikin û bighêjînin herêmên rizgarkirî û bi ewle.

Ji bo wan penaberên ji warên xwe koçbûne bihewînin, QSDê kampek penaberan bi navê kampa ” elKrramê” di meha Adara borî de vekir 5 km dûrî bajarokê elKeramê ye û derdorî 180 km başûr rojavayî bajarê Hesekê dikeve. Niha di kampê de derdorî 10 hezar penaber hene, rêxistina Rojava ya hawarçûnê 500 kon pêşkêşî penaberan kir tevî alîkariyên dîtir weke xwarin û av û pêdiviyên tendurûstî.ROJAVA-KAMB-DOSEA (7)

Penaber di nava rewşên jiyanî pir dijwar de jiyan dikin, tu alîkarî nînin ji bilî yên QSDê û rêxistina Rojava ya Hawarçûnê û komela elMewedê tenê, ev alîkarî jî gelekî kêm in li gorî kampê û hejmara penaberên heyî, û gihêştin asta ku ava di çirava di kampa elKerramê de vedixwarin, dema ku rêxistinên navneteweyî tenê temaşevan dimînin tevî bangewaziyên penaberan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji wan re, lê belê rêxistinên bi kar û barên koçber û penaberan radibin rewşa wan paşguh dikin.

Piştgiriya tendurûstî tenê ji aliyê Heyva Sor a Kurd hate dayîn ji derman û kadroyên bijîşkî, tevî bangawaziya rêxistinên hawarçûnê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û bi taybet di nava wan de hejmarek zêde ji temen mezin û zarokan hene pêdivîdarî wan alîkariyan e.

Kampa Roj

Bajar û bajarokên Bakurê Sûriyeyê weke bajarên din ên Sûriyeyê rastî aloziyan û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra hatin û di encamê de evan komên terorîst bajarokên weke Til Hemîs û Til Berak dagir kirin û welatiyên van deveran neçarî koçberiyê bûn.

Bi armanca parastina welatiyan heta ku herêmên wan têne rizgarkirin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kampeke demkî ji koçberan re bi navê kampa Roj li devera Dêrikê di 25’ê Sibata 2015’an de vekir. Lê ev kamp hate berfirehkirn û gelek koçberên ji bajarên cûda yên Sûriyeyê û bajarê Mûsilê yê Îraqê wergirtin. Piştî ku herdu bajarokên Til Hemîs û Til Berak ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin hatin rizgarkirin, bi hezaran malbatên Mûsilê ya Îraqê berê xwe dan Rojava û qesda aramiyê kirin.ROJAVA-KAMB-DOSEA (6)

Kampa Roj li riya gundê Zehriyê ye û 3 km dûrî bajarê Dêrikê ye. Kamp ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ve tê birêvebirin û têde 500 kon hatine vegirtin û heta niha 240 malbatên Îraqê yên ji bajarê Mûsilê têde hatine bicihkirin. Her wiha 221 malbatên din ên ji Mûsilê piştî ku bajarê wan û gundewarê Mûsilê hate rizgarkirin vegeriyan malên xwe.

Rewşa xizmetguzariyê di kampa Roj de baş e ji ber ku kampeke biçûk e. Her wiha pêdiviyên av û kehrebeyê jî ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve û rêxistinên mirovahiyê hatin peydakirin.

Di kampê de du navendên tenduristiyê hene ew jî Heyva Sor a Kurd û IRC ne, rêxistinên ku alîkariya bi kampê re dikin ev in: “Rêxistina parastina zarokan, NRC, IRD, IRC û Komîseriya Netewên Yekbûyî.”

Bi armanca birêxistinkirina jinan û perwerdekirina zarokan, Weqfa Jinên Azad ên Rojava dewreyên karên destan û semînerên tenduristî di kampê de vekirin. Her wiha dewreyên hemşerîbûnê bi kordîneya Heyva Sor a Kurd re vekirin. Di kampê de her wiha dibistanek hate avakirin û têde meteryalên Îraqê ji ber ku koçber ji Îraqê ne hate dayîn.

Newroz

Kampa Newroz di Gulana 2014’an de li devera Hekemiyê ya girêdayî gundewarê Dêrikê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Heyva Sor a Kurd ve hate vekirin û kamp ji bo hembêzkirina koçberên Humis, Heleb, Dêrazorê hate vekirin ku ji ber şer û aloziyê hejmara koçberên van bajaran zêde bibû.ROJAVA-KAMB-DOSEA (15)

Ji destpêka vekirina vê kampê heta 2017’an 125 hezar koçber hembêz kirin. Her wiha tenê di sala borî de 50 hezar koçberên ji herdu bajarên Humis û Deraa hembêz kirin.

Piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an ya bi ser welatiyên Şengalê de hatiye, ku Pêşmerge reviyan û welatiyên sivîl li hemberî çeteyên DAIŞ’ê rû bi rû hiştin, cihê kampê hate guhertin û li ser riya Goristana Şehîd Xebat Dêrik ya li ser riya bajaroka Eyn Dîwarê hate bicihkirin.

Rûpîvana kampê 520 km karê ye û têde 200 kon hatine vegirtin. Hejmara koçberan 1000 bûn û piraniya wan ji welatiyên Şengalê bûn û 15 malbat ji Helebê û Humsê bûn.

Rewşa vê kampê li gorî kampên din baş bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin rêxistinên mirovahî av û kehrebeyê peyda kirin û niha di kampê de navendeke Heyva Sor a Kurd heye û li rex Navenda Tenduristî ya Êzdiyan ku ji aliyê Meclîsa Damezrêner a Êzdiyan hatiye avakirin, dixebite.

Piştî ku rewşa Êzdiyan di kampê de aram bû koçberên di kampê de jiyana xwe ya civakî birêxistin kirin û saziyên cûda yên weke navenda Çand û Hunerê, navenda Tenduristî, dibistan, kargehên dirûtinê, navenda Meclîsa Damezrêner a Êzdiyan, Mala Gel, Weqfa Jinan a perwerde û pêşxistina hişmendiyê, Meclîsa Jinên Êzdî, navenda Ciwanên Êzdî hatin vekirin. Van saziyan perwerdeyên cûda ji koçberan re lidarxistin.ROJAVA-KAMB-DOSEA (13)

Piştî ku Meclîsa Damezrêner a Êzdiyan hate avakirin welatiyên di kampê de 32 komîn ji xwe re avakirin û jiyana xwe ya rojane birêxistin kirin.

Di aliyê perwerdehiyê de jî di kampê de dibistanên seretayî hatin  vekirin û bêtirî 300 şagirt hatin perwerdekirin û waneyên dîrok, xaknîgariya Kurdistanê, ola Êzdî, bîrkarî bi zimanê Kurdî li rex zimanê Ingilîzî hatin dayîn di van dibistanan de 20 mamosteyên Êzdî hebûn.

SIBA : Kampên koçberan li herêma Efrînê, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic

(jh)

ANHA

ROJAVA-KAMB-DOSEA (3) ROJAVA-KAMB-DOSEA (5) ROJAVA-KAMB-DOSEA (8)