Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bakurê Sûriyeyê spartgeha herî aram ji koçberan re ye-2

Dîmen

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber aloziyên ku li herêmê tên jiyankirin Rojava (Bakurê Sûriyeyê) veguherî spartgeha herî aram ji welatiyên Sûriyeyê û dewletên cîran re. Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê tevî rewşa ambargoyê ku li ser Bakurê Sûriyeyê hatiye ferzkirin li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan kir, lê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahî û alîkariyan ji van kampên koçberan re ev alîkarî kêm ma.DOSIYA-KOCBERAN (20)

Li herêma Efrînê jî ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve di dorpêçê de ye, welatiyên herêmê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nexwestin deriyên xwe li pêşiya koçberên ji herêmên weke “Şêx Îsa, Um Hoş, Til Rifeet, Marêh, Ezaz, Heleb, Idlib, Humis û gelek deverên din” bigirin. Herêma Efrînê jî veguherî spartgeha aram ji welatiyên ku ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirkiyeyê ku Cerablûs, Ezaz, Çoban Beg û Babê dagir kirine direviyan. Niha li herêma Efrînê du kampên koçberan hene ew jî kampa Robar û kampa Şehba ne.

Robar

Kampa Robar di 27’ê Îlûna 2014’an de ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve li nêzî gundê Basilê yê navçeya Şêrewa hate vekirin. Di vê kampê de 530 kon hatine vegirtin û têde 353 malbat ango 1793 koçber hatine bicihkirin û piştî deverên weke Til Rifeet û Şêx Îsa ji aliyê hêzên şoreşger ve hatin rizgarkirin, 100 malbat ji kampê derketin û vegeriyan malên xwe.DOSIYA-KOCBERAN (19)

Şehba

Kampa Şehba di 14’ê Tîrmeha 2016’an de ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate vekirin û têde 310 kon hatine vegirtin û 246 malbat ango 1263 koçber têde hatine bicihkirin. Piraniya van koçberan ji welatiyên bajarên Idlib, Humis, Heleb û Ezazê ne ku ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagiker û hêzên rêjîmê reviyan e.

Alîkariyên pêşkêşî van herdu kampan hatine kirin bi temamî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê ve bûn, tevî ku herêma Efrînê ji destpêka aloziyê ve ji aliyê komên çete yên cûda û dewleta Tiriyeyê ve di dorpêçê de ye û ti alîkarî ji aliyê rêxistinên navnetewî yan herêmî wernegirtin.

Rewşa jiyanî û tenduristî di van herdu kampan de ji ber paşguhkirina rêxistinên navnetewî û bi taybet di aliyê derman û xwarinên zarokan de gelekî xirab e, di encamê de gelek nexweşî di van kampan de derketin, nemaze xizmetên tenduristî yên li van kampan tên kirin ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve ye û derfetên wê jî gelekî kêm in. Di kampa Şehba de du navendên tenduristî hene ew jî Heyva Sor a Kurd û rêxistina AVC ya Siwîsra ne.DOSIYA-KOCBERAN (7)

Desteya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di kampa Robar de dibistaneke seretayî vekir û têde meteryala civaka demokratîk bi zimanê Erebî hate dayîn. Di vê dibistanê de 547 şagirt tên perwerdekirin. Di kampa Şehba de jî dibistaneke bi sê refan heye û têde meteryala civaka demokratîk bi zimanê Erebî tê dayîn û hejmara şagirtinên di vê dibistanê de jî 247 şagirt in.

Rêveberiyên van herdu kampa diyar kirin ku ji bo navendên perwerdekirina nivîs û xwendinê ji temen mezinan re ew di nava xebatan de ne.

Eyn Îsa

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 5’ê Mijdara 2016’an de hemleya Xezeba Feratê ji bo dorpêçkirina çeteyên DAIŞ’ê di Reqayê de û rizgarkirina wê dane destpêkirin, bi hezaran welatiyên bajarê Reqa û gundewarê girêdayî wê berê xwe dan deverên rizgarkirî û ji komkujiyên çeteyan reviyan ji ber ku weke mertalên zindî ji aliyên DAIŞ’ê ve dihatin bikaranîn da ku pêşveçûna şervanên QSD’ê asteng bikin.DOSIYA-KOCBERAN (8)

Di destpêkê de koçber li bejahiyê bi cih bûn, lê ji ber hejmara zêde ya koçberan Meclîsa Sivîl a Reqayê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Feratê du kamp ava kirin. kampa yekemîn “ji bo koçberên Reqa” di Cotmeha 2016’an de hate avakirin û kampa duyemîn jî “ji bo koçberên Dêrazorê, Bokemal, Meyadîn, Zorşemer, Dişîşe û gundewarên Heleb, Humis û Hemayê û ji bajarê Mûsilê yê Îraqê” ava kir. Lê pişît ku bajarê Reqa û gundewarê Dêrazorê hatin rizgarkirin hejmareke mezin ji koçberan vegeriyan malên xwe. Niha di herdu kampan de 18 hezar koçber di 2318 konan de hatine bicihkirin.

Di herdu kampan de du navendên tenduristî yên Heyva Sor a Kurd û rêxistina Bijîşkên Sînornenas a Fransayê hene û navendeke derzîlêdanên rotînî têde heye. Alîkariyên pêşkêşî van herdu kampan hatine kirin ji kampên din ên herêmên Bakurê Sûriyeyê baştir in. Her wiha alîkariyên madeyên xwarinê bi awayekî asayî ji aliyê rêxistinên xêrxwaz ve tên ew jî ev in: “Meclîsa Sivîl a Reqayê, Rêxistina Buhar, Konsêr, UNECIF, El-Bir û El-Îhsan, Rêxistina Sara, Rêxistina Firat û ERD”.DOSIYA-KOCBERAN (24)

Lê tevî vê hejmara mezin a rêxistinan dîsa jî alîkariyên tên belavkirin têra koçberan nake û bi taybet di demsala zivistanê de ku gelek nexweşiyên zarokan derketin. Di kampê de her wiha gelek nexweşî derketin û dermanên van nexweşiyan li ba Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneyên herêmê nehatin peydakirin.

Li ser daxwaza koçberan û ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan Rêveberiya kampa Eyn Îsa rê ji koçberan re vekir ku dukanên bazirganiyê di kampê de vebikin û debara xwe jê werbigirin, lê divê ji hundirê kampê bin.

Di bazara kampê de nêzî 20 dukan hatin vekirin û têde pêdiviyên cûda yên weke xwarin, sebze û cilûbergan bi buhayeke guncaw tên firotin.

Di înîsyatîfeke koçberên kampê de û bi alîkariya Meclîsa Sivîl a Reqayê dubistanek di kampê de hate vekirin û têde meteryala hikûmeta Sûriyeyê ji bilî madeyên Îslamî û Netewî tê dayîn. Di dibistanê de nêzî 500 şagirt ji aliyê kadroyeke perwerdehiyê ya ji hundirê kampê tên perwerdekirin û mamoste jî bi dildarî waneyên xwe didin.

Reqa

Piştî pêla mezin a koçberên ji bajarê Reqa û gundewarên Hema, Humis, Heleb, Meskenê û Dêrazorê, kampa El-Reşîd li nêzî gundikê El-Reşîd a 30 rojavayê Reqayê di 18’ê Hizêrana 2017’an de hate vekirin û girêdayî wê 6 kampên din ên belave li gundên derdorê hatin vekirin.DOSIYA-KOCBERAN (18)

Di kampa El-Reşîd de 75 malbat hatin bicihkirin û Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo her malbatekê konek peyda kir. Li her 6 kampên din koçberan bi xwe xanî ji xwe re avakirin ew jî ev in: “Kampa El-Reşîd 155 malbat, kampa Ebû Kebra 75 malbat, Kampa El-Fitîh 300 malbat, kampa El-Ecac 135 malbat, kampa El-Rafîqe 105 malbat, kampa Wadî El-Fêd 65 malbat. Li gorî Meclîsa Sivîl a Reqayê hejmara  koçberên di van kampan de tam nehatiye zelalkirin, lê guman e hejmara wan bêtirî 6 hezar koçber in.”

Evan hemû kamp ji alîkariyên madeyên xwarinê û tenduristiyê bê par in û tenê Meclîsa Sivîl a Reqayê alîkariya wan dike û ew jî têrê nake. Her wiha rêxistina Bijîşkên Sînornenas rojên pêncşemê serdana van kampan dike û alîkariyên tenduristî pêşkêş dike. Koçberan destnîşan kirin ku tevî hejmara mezin a koçberan ti rêxistinan alîkariya wan nekirine û pêdiviya wan bi xwarinên zarokan weke şîr gelekî zêde ye û bang li rêxistinên navnetewî dikin ku alîkariyeke lezgîn bi wan re bikin.

Bi armanca perwerdekirina zarokên van koçberan Meclîsa Sivîl a Reqayê kordîne bi dibistanên van gundan re kir da ku zarokên koçberan jî qeyd bikin.DOSIYA-KOCBERAN (14)

Tebqa

Li bajarê Tebqa jî piştî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin pêleke koçberan ji gundewarê Reqayê yên di bin serweriya hêzên rêjîmê û ji bajarên Heleb, Hema û Humisê ve bi ser wê de hat. Li ser vê yekê Meclîsa Sivîl a Reqayê kampa El-Tiwêhîne ya li nêzî gundê El-Tiwêhîne ya 20 km rojavayê Tebqayê di 1’ê Gulana 2017’an de vekir.

Di vê kampê de 950 kon hatine vekirin, her wiha ji ber kêmderfetên rêxistina hawarçûnê 1050 konên din ên belave hatine vegirtin û niha bêtirî 6000 koçber têde hatine bicihkirin.

Gelek rêxistin xêrxwaz alîkariyê bi van koçberan re dikin lê dîsa jî têra koçberan nakin. rêxistin û alîkariya tê belavkirin li borî vê lîsteya jêrîn e:

Navê Rêxistinê Alîkarî Têbînî
El-Tebqa bo Hawarçûn û Geşkirinê Nan 1100 destên nan her du rojan
Bijîşkên Sînornenas Kontrolkirina tenduristî û derzîlêdanên zarokan Heftane sê rojan (ev mehek e nehatine
Rojava Madeyên xwarinê 1100 parên xwarinê tenê carekê
Destwerdana Pêşwext Nan û av Miqdar ne diyar e
Konsêr Av 10 depo / her wiha 1450 parên madeyên xwarinê tenê carekê pêşkêş kirin.
Firat Parên madeyên xwarinê 68 par tenê carekê belav kirin
Buhar a Hawarçûnê Kon 100 kon
El-Mewedê Cilûber û hin parên madeyên xwarinê Cilûberg û 2500 parên madeyên xwarinê
CHF Pêdiviyên malan Pêdiviyên metbax û çadir
UNECIF Derzîlêdan Hemleya derzîlêdana zarokan a li dijî felcê
El-Bir û El-Îhsan Madeyên xwarinê û pêdiviyên dibistanan 1000 parên madeyên xwarinê û çenteyên dibistanê
Heyva Sor a Kurd Kilînîka jinan Du roj heftane
El-Yemame Kontrola tenduristî û derman Rojane du saet
Kor Hemelya paqijkirinê 75 sindoqên çopê û careke din nehat

Rêxistinên din jî tenê serdana van kampan kirin û ti alîkarî pêşkêş nekirin. Di van kampan de navendên tenduristiyê tune ne, nemaze yên destwerdana lezgîn û koçber gelek caran neçar dimînin di rewşên awarte de berê xwe bidin bajarên weke Kobanê, Minbicê û Tebqayê.DOSIYA-KOCBERAN (15)

Di aliyê perwerdehiyê de jî ti dibistan di van kampan de tune ne tevî ku gelek rêxistina soza vekirina dibistanan dane.

Kampa Minbicê ji ber kêmderfetan nehat vekirin

Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Minbicê li gundê El-Qerha 10 km başûr ê bajêr di 11’ê Mijdarê de hewl da kampekê vebike, nemze ji ber ku hejmara koçberan li herêmê zêde dibû, lê ev projeya Meclîsa Sivîl ji ber kêmderfetan bi ser neke.

Di encamê de gelek ji van koçberên ji bajarên El-Xefsê, Babê, Reqa, Meskenê û Cerablûsê hatine li gundên Oseclî, El-Kawiklî û El-Seyadê yên girêdayî Minbicê bi cih bûne û hejmara wan bêtirî 18 hezar koçber in.

Ji bilî van koçberên li van sê gundan, bi hezaran koçberên din li seranserî gundên herêma Minbicê yên rizgarkirî bi cih bûne.

(jh)

ANHA