Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bakurê Sûriyeyê yek malbat e’

GULÎSTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ – Hemwelatiyên kantona Girê Spî gefên êrîşê yên dewleta Tirk ji bo Efrînê bi tundî şemezar kirin û gotin “Girê Spî li pişta Efrînê ye.”MOHAMED ALAHMED

Têkildarî mijarê hemwelatiyê bi navê Îsmaîl Îdan got “Pîlanên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê bi ser nekevin. Efrîn ne bi tenê ye, em li pişta wê ne.”

Mihemed El-Ehmed jî destnîşan kir ku Tirkiye wê nikaribe wekî Îdlib û Cerablusê li Efrînê bike û ev tişt anî ziman “Ma qey ji bîr kiriye ku gelê Bakurê Sûriyeyê yek malbat e, hevgirtina xwe xurt e û wê tu kes nikaribe pêkhateyên vê herêmê ji hev qut bike.”

El-Ehmed bal kişand ku armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku nasnameya Kurd tune bike û projeya Federaliya Demokratîk têk bibe.

Welatiyê bi navê Mîkayîl Mihemed jî ji ailyê xwe ve got “Wekî kantona Girê Spî bi hemû pêkhateyên xwe em gefxwarinên dewleta Tirk ên dagirkirkeriyê û nêzîkatiyên wê yên li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin.”

Mihemd ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir “Em Efrînê bi tenê nahêlin. Îradeya me xwe dispêre fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji ber vê yekê wê serkeftin a me be.”MIKAEL MOHAMED

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 9’ê çileya 2018’an derket pêşbirî dezgehên çapemeniyê û di bin navê “paqijkirinê” careke din gefên dagirkeriyê li Efrîn û Minbicê xwar.

(bb/he)

ANHA