Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafir li ser 2 malan ket: 4 mirî

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirek li ser 2 malan ket, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 birîndar bûne û 5 kes di bin bermahiyan de windane.

Li wîlayeta California ya Amarîka balafirek li ser 2 malan ket, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî di bin bermahiyan de hîn windane. Têkildarî mijarê Berdevkê rêveberiya Fedraliya herêmê Ian Gregor ji saziyên çapemeniyê re axivî û got ku balafira ji cureya Cessna 310 e û di rewşake ne diyar dema balafir ji balafirxaneya Riverside ya Los Angeles rabû, piştî çend kîlometreyan ji ber sedemeke ne diyar hate xwarê.

Rayedarên herêmî têkildarî mijarê gotin ku 5 kes li ser balefire bûn û dema hate xwarê li 2 xaniyan ket. Jinek ciwan ku li ser balefire bû bi sivikî birîndar bûye û kesekî ku di xaniyan de bû jî bi giranî birîndar bûye, lêkolîn di binbermahiyêan de hîn jî didome. Di ecnama xebatên lêgerînê de 4 cenaze hatine derxistin û hîn 5 kes di bin bermahiyê de windane, lê ne hate zanîn ku cenaze yên kesê di balafirê debûn, an kesên di malan de bûn.

(dc)