Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafira şer a Artêşa Suriyê ket

NAVENDA NÛÇEYAN– Balafireke şer a girêdayî artêşa Surî li bejahiya Tebqayê ket.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, balafirek şer a girêdayî artêşa Suriyê îşev li nêzî gundê Ceadin a Tebqayê jiber sedemeke nediyar ket xwarê.

Bûyer di seet 20.45’an de pêk hat.

Tê gotin ku balafira artêşa Suriyê dema ku dixwest çeperên şervanên QSD’ê bombebaran bike ji alî balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî ve hatiye xistin. Lê çavkaniyên QSD’ê hîna ev îdîa piştrast nekirine.

(aç)