Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafireke keşfê ya çeteyan ket xwarê

REQQA – Şervanên Xezaba Firatê li baskê Mekmen li gundê Mulîhan balafirek keşfê ya çeteyên DAIŞ`ê xistin. Di navbera her du bereyên şer tenê 5 km ma ye.

Pêşveçûyîna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê Mekmen û Xiniz dewam dike.

Nûçegihanên me ku Hemleya Xezeba Firatê dişopînin, raghandin ku şervanên Xezaba Firatê li baskê Mekmen li gundê Mulîhan balafirek keşfê ya çeteyên DAIŞ`ê xistin.

Nûçegihanan dan zanîn ku di navbera her du bereyên şer( Mekmen û Xiniz) bi qasî 5 km ma ye.

Ji aliyekî din ve jî, gundê Miêzla ku beriya niha bi 3`yê rojan hatibû dorpêç kirin îro di seat 6.00`an sibê de hate rizgarkirin û 4 çete bi saxî hatin girtin.

(ak/kc)

ANHA