Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafirên artêşa dagirker herêma Qendîlê bombebaran dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundê Enze yê herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. Li gorî dema herêmê, bomberdûmanê saet 9’an dest pê kiriye û di vê kêliyê de jî bombe li gundê Enze yê Qendîlê tên barandin.

Li ser encamên vê êrîşê agahî bi dest neketin.

(kc)