Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafirên dewleta Tirk careke din herêmên sivîlan ên Başûr bomebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Tirk, di 8’ê Çileyê de bombe li cih û warên sivîlan ên li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên Tirk di roja 8’ê Çileyê de bombe li gundê Pîrbûla û derdora wê, girê Şehîd Cûdî û herêma Keşanê yên li herêma Heftanînê ya Zaxoyê barandin.

Ji ber bomberdûmanê ziyan gihîşt  dehl û rezên gundiyan.

Balafirên şer ên Tirk roja 8’ê Çileyê saet di navbera 14:00-16:00 de qadên Kolit, Ermûş, Geliyê Reş, Mislokê ên Xakurkê, quntarên Evdilkovî û gundê Latan ê Sideqayê bombe kirin.

Balafirên şer saet 14:30’î jî bombe li Deşta Kafya ya herêma Garê barandin.

(kc)