Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafirên Koalîsyona Ereban 21 sivîl li Yemenê kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Koalîsyoan Ereban a li dijî Husiyîn ku Erebistana Siûdiyê rêveberiya wê dike, parêzgeha Sede ya bakurê Yemenê bombebaran kir. Hate gotin ku di encamê de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Ruters li ser zimanê şahidekî bûyerê diyar kir ku Koalîsyoan Ereban a li dijî Husiyîn ku Erebistana Siûdî rêveberiya wê dike sûkek li Murdîriyeta Sehar a Parêzgeha Seda ya Yemenê ku li ser sînorê Erebistana Siûdiyê ye bombebaran kir.

(dc)