Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Balafirên rêjîma Sûriyê û Rûsiya komkujiyan pêk tîne

panaroma

NAVENDA NÛÇEYAN – Di hefteya derbasbûyî de li herêmê gelek pêşketin hatin jiyankirin. Rojnameyên ereban bal kişandin ser gelek mijarê girîng. Rojnemyên ereban bal kişandin ser êşkenceya cenazeyê şervana YPJ’ê ku li Efrînê pêk hat û êrîşên li ser Efrînê bi giştî. Diheman demê ketina balafira Rûsiya ku ji aliyê teroristên Tirkiyê ve li Idlibê pêk hatiye, carde komkujiyên ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê li Xwûta Rojhilat û Idlibê pêk anîn jî wekî mijar derketin pêş. Li aliyê din jî amadekariyên hemleya leşkerî ya li dijî bermahiyên DAIŞ’ê li rawiya û Beydai yên Kerkûkê, carde nêzîkbûna Artêaş Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Ereban digre nêzîkî girtina bajarê Seed e ku wargeha Hûsiyînaye bûne.

Eşkenceya cenazeya şervana YPJ’ê li derdorê acizî derxist

Di hefteya derbasbûyî de li Sûriyê gelek geşedanên girîng hatin jiyankirin. Rojnameyên ereban bal kişandin ser gelek mijarên girîn ên di Sûriyê de derketin pêş. BÛyera êşkenceya şervanan YPJ’ê Barîn Kobanê ku li Efrînê liser destê çeteyên Artêşa Tirk pêk hat û dîmenê hovîtiya çeteyan li ser internêtê hate weşandin bi gelek nivîs û nûçeyan di rûpelên rojnameyan de deng vedan. Di nivîsan de hate gotin ku ev bûyer hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê derdixe pêş.Hejmarek aliyên ku piştgiriya mafê mirovan dikin destnîşan kirin ku dewleta Tirk di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de hovîtiyeke wekî wê nîne pêk tîne.

Rojnameyan her wiha bal kişandin ser nerazîbûnn ku li derbarê êrîşên Artêşa Tirk a li ser Efrînê derkete pêş û hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Efrînê aştiya li Sûriyê binpê dike, her wiha ji Yekîtiya Ewropa xwestin ku derbarê Tirkiyê û êrîşa wan a li ser Efrînê helweste nîşan bidin, her wiha Firansa ji Tirkiyê û Îran xwest ku ji Sûriyê derkevin.

Rojnameyan derbarê êrîşên Arêtşa Tirk a li ser Efrînê gotin ku Erdogan bi dehan kesên li dijî êrîşa wî ya li ser Efrînê derketine xistine girtîgehan de û dane zanîn ku Tirkiyê hejmarek ne di cih de derbarê êrîşên xwe yên li ser Efrînê dide. Di piraniya rojanemeyan de hate gotin ku ragîhandina şer a dewleta Tirk neyê bawerkirin û dane zanîn ku behaneyên Erdogan ên êrîşa li dijî Efrînê ne dicih de ye.

Rapora Rêxistina Human Rights Watch a derbarê qetilkirina sivîlan ku bi destê Tirkiyê pêk tê û got ku li ser sînor sivîl têne hedefgirtin. Rêxistinê got ku guleyên leşkerên Tirk bi dehan welatiyên sivîl li ser sînor qetil kirin.

PIştî ketina balafira Rûsiya li Xwûta û Idlibê gelek komkujî pêk hatin

Di rojnemayan de her wiha mijara xistina balafira şer a Rûsiya ku li Idlibê hate xwarnî û kuştina pîlotê wê wekî mijarek sereke derkete pêş. Xistina balefire bi fûzeyek li ser milan hate xwarê û hate gotin ku piştî balafira Rûsiya hate xwarê, bi Rûsiya li Xûta Şamê û Idlibê komkujî pêk anîn, di encamê de zêdeyî 200 sivîl hatin qetilkirin. Di rojnameyan de her wiha mijara bikaranîna çekên kîmyawî ku ji aliyê rêjma Sûriyê hate bikaranîn derket pêş.

Di rojnameyan de her wiha neçarkirina 235 malbatên Kerkûkê wekî mijarek sereke di hefteya derbasbûyî de derkete pêş. Malbatên hatin koçberkirin xizmên çeteyên DAIŞ’ê û hate gotin ku welatî berê xwe da kampa Daqûq a KErkûkê.

Li aliyê din hemleya Leşkerî ku wê Arêtşa ÎRaqê li Rayat el-Beyda li başûr-rojhilatê Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê dane destpêkirin, wekî mijarek sereke derkete pêş.

Aloziya Yemenê jî di hefteya derbasbûyî de wekî mijarek sereke derkete pêş. Di rojnameyên ereban de hate gotin ku Artêşa Yemenê ku piştgiriya xwe ji Erebistana Siûdiyê digre li Teez ji sedî 85 ê herêmê xistiye destê xwe û li eniyên Sede, El-Cewf û El-Beydai yên Yemenê jî pêş dikevin.

LI ser rewşa Filistînê jî girtina saziyên Filistînî li Qudisa Rojhilat ku ji aliyê Artêşa Israîlê ve pêk hate wekî mijar di rojnameyên ereban de lipêş bû.

(dc)