Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bandora komployê li Til Hemîs ji welatiyan re Ocalan hate vegotin

QAMIŞLO – Komîteya Rêvebirina Dibistanan a navçeya Til Hemîs derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, felsefe û tekoşîna wî, her wiha li ser komploya navneteweyî ji mamosteyan re civînek li darxist.

Bi sedan mamoste, hevserokê Yekîtiya Mamosteyan a navçeya Til Hemîsê Ebdislam El-Xanim û endamên rêveber ên Yekîtiya Mamosteyan Ebdilhekîm El-Ilêwî û Xedîca Hemûd beşdarî civîna ku li navenda çandê hate lidarxistin, bûn.

Civîn bi rîzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Rêveber ê Yekîtiya Mamosteyan Ebdilhekîm El-Ilêwî axivî. Di axavtina xwe de kurtejiyana Rêber Ocelan vegot û komploya navneteweyî pênase kir û ev tişt anî ziman: “Bi selane li ser Rêber Ocalan tecrîdeke giran hatiye ferizkirin. Dixwazin Ocalan ji gelê herêmê qut bikin.”

Ilêwî  da zanîn ku roja 15’ê sibatê roja ku Ocalan tê de hate girtin rojeke reşe û wiha dom kir: ” Rojeke reş bû li ser hemû gelên bindest, azadîxwaz û aştîxwazan. Ji ber ku ji ber di kesayeta Ocalan de hemû gelê blindest hedef hatiye girtin.”

Di berdewama civînê de jî Endama Kordînasyona Kongreya Star axivî û got ku serkeftinên QSD, YPG û YPJ`ê serekftina li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê serekftina hemû gelê Bakurê Sûriyê ye.”

Piştî axaftinan civîn bi diruşmeyaên silavkirina berxwedana Ocalan bidawî bû.

(hş)

ANHA