Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bandoreke huner û şoreşê ya hevbeş heye’

HOGIR NECAR – AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Nirxdayîn û lêkolînerê Kurd, Salihê Heydo diyar kir ku bandoreke huner û şoreşê ya hevbeş heye û piştrast kir ku amrazên nû yên di Mîhrîcanê de hunera Kurdî dewlemend kiriye.‘الآلات الجديدة ثروة للفن الكردي‘ ‫(1)‬ ‫‬

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-Çand) Yekemîn Mîhrîcana Orkêş a mûzîk û stranên gelêrî li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo organîze kir. Mîhrîcan di 23’yê Kanûna 2017’an de dest pê kir, tê payîn ku çalakiyên mîhrîcanê di 31’ê Kanûnê de bi dawî bibin û komên serkeftî dê bêne xelatkirin.

Di mîhrîcanê de 38 komên mûzîkê yên ji pêkhateyên cûda yên herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdar bûne. Armanca mîhrîcanê jî ew e ku rastiya çand û mûzîka gelan derbibirîne.

Dirêdayî mijarê û di derbarê bandora hunerê li ser şoreşa Rojava Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi Endamê Komîteya Nirxdayîn û lêkolînerê û helbestvanê Kurd, Salihê Heydo re pêk anîn.

Heydo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku huner tiştekî bingehîn e û wiha got: “Bê guman huner di jiyana mirovan de û bi taybet gelê Kurd li Rojava tiştekî bingehîn e, nemaze ji ber ku ji aliyên desthilatdariyên dema borî ve rastî binpêkirinê dihat û huner li gorî armanc û ajandeyên xwe dida meşandin.”

Bandoreke huner û şoreşê ya hevbeş heye‘الآلات الجديدة ثروة للفن الكردي‘

Heydo di berdewama axaftina xwe de got ku rola çand û hunerê di girêdana welatiyan bi şoreş û çand û nasnameya xwe ve gelekî mezin bû û wiha domand: “Bandoreke huner û şoreşa Rojava ya hevbeş heye, herdu dikevin xizmeta civakê. Her çiqas hunerê girêdayî civak û çanda xwe be ew qasî civak pêşve diçe û nasname û çanda wê belav dibe. Niha bi riya şoreşa Rojava derfeta xwediyarkirinê peyda bûye. Li ser vê yekê em dibêjin ku bandoreke huner û şoreşê ya hevbeş heye.”

Salihê Heydo destnîşan kir ku piştî navendên çand û hunerê hatin vekirin û rêveberiyên xweser li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dest bi xebatên xwe kirin, Çand û Hunera Kurdî karibû li gorî buyerên li herêmê rû dane tevbigere û xwe pêş bixîne, her wiha hunermend jî li derdora şoreşa xwe civiyan û çanda gelê xwe vejandin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Sedema pêşketina hunera Kurdî azadiya ku bi şoreşê re hatiye, ku her kes xwe di nava şoreşê de dibîne.”

Ast baş e, pirbûna amrazan hunera kurdî dewlemend dike

Girêdayî asta komên beşdarî mîhrîcanê bûne Salihê Heydo bal kişand ku di navbera asta stranan de cûdahiyek heye, hin ji wan baş in, hin ji wan navîn in û hin jî pêdiviya wan bi giranbûnekê heye û wiha got: “Bi giştî komên beşdar asta wan baş in, hemû di xizmeta civakê û şoreşa welatiyan de tevdigerin û banga vejandina çanda kevnar dikin.”

Di derbarê amrazên li mîhrîcanê zêde bûne de, Heydo destnîşan kir ku amraza tembûrê rola sereke wergirtine, her wiha Ud, kemence, bilûr, cimbiş beriya niha di çand û hunera Kurdî de kêm bûn û niha beşdarbûna wan hunera Kurdî dewlemend dike, ji ber ku dê şêwazekî nû ya mûzîk û hunerê biafirîne û dê xwedî taybetmendiyeke cûda be.

Endamê Komîteya Nirxdayîn û lêkolînerê û helbestvanê Kurd, Salihê Heydo di dawiya axaftina xwe de got ku komîteyeke pispor û xwedî tecrûbeyeke mezin di mûzîkê de hatiye erkdarkirin da ku stranên komên beşdar binirxînin û dê pileyên van koman di aliyê awaz, gotin, pêşkêşkirin, sekna li ser dikeyê û çawaniya stranbêjiyê diyar bikin.

(jh)

ANHA