Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bang li ciwanan hat kirin ku beşdarî hilbijartinan bibin

NÛRA ELÎ – NÛRÎ UMER

EFRÎN – Endamê Rêveberiya YCR′ê bang li ciwanên Bakurê Sûriyê kir ku beşdarî hilbijartinên Komînan bibin û da zanîn ku bi vîna azad a ciwanan gelek serkeftin têne bidestxistin.

Endamê Rêveberiya YCR′ê ya Kantona Efrînê Cîlo Rizgar girîngiya pêvajoya ku herêma Bakurê Sûriyê tê re derbas dibe vegot û bal kişand ser amadekariyên hilbijartinên Hevserokên Komînan.

Rizgar bal kişand ser girîngiya pêşengiya ciwanên Bakurê Sûriyê di rêxistinkirina hilbijatinan de û wiha got: ″Ji destpêka şoreşa Rojava ve, em bi vîna azad a ciwanan pêşve diçin. Ji ber vê beşdariya wan di xebatên hilbijartinan de girînge.″

Rizgar her wiha ji tevahî welatiyên Bakurê Sûriyê xwest ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin kesên dikarin berpirsyariyê rakin, pêdiviyên gel bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

(mm)

ANHA