Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bang li ciwanan kirin ku tevlî refên Yekîneyên Parastinê bibin

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Ciwanên taxên rojhilatê Helebê yên ku tevlî YPG′ê bûne, bang li hemû ciwanan kirin ku cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastinê de bigirin.

24 ciwanên ji pêkhateya Ereb ên taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî tevlî nava refên YPG′ê bûn û li Akademiya Şehîd Xebat a YPG`ê beşdarî dewreyeke perwerdeyê bûn û sedema tevlîbûna xwe wiha vegotin.

EZIZ SIPAN

Ezîz Sîpan: Ez tevlî YPG′ê bûm ji ber ku wan em parastin û em ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Ez bûme şervan ji ber vê ez gelekî serbilindim. Ez bang li ciwanên taxên rojhilat dikim ku tevlî nava refên Yekîneyên Parastinê bibin.

DEMHAT TAHA

Demhat Teh: Çeteyên opozisyonê ji min xwestin ku ez tevlî wan bibim. Lê belê min qebûl nekir. Çeteyan fitne dixistin navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen. Ji bo ez malbat û axa xwe biparêzim ez tevlî YPG′ê bûm.

REBER EFRIN

Rêber Efrîn: Şervanên YPG′ê baş bi hev re didin  û distînin û biberpirsyarî nêzî hevdû dibin.

EBID ELEZIZ

Ebdullezîz Şêxo: Ez bi rêgezên Yekîneyên Parastinê bawerim ku dê bikarbin şêniyan biparêzin. Ji bo parastina malbat û welatê xwe ez tevlî YPG′ê bûm.

(np)

ANHA