Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bang li gelê Tirkiyê hat kirin ku referandûmê red bike

Dîmen

ŞÎLAN MIHEMED – KAMÎRAN MIHEMED

MINBIC – Şêxê êla Demalxa, Sedam Sadiq anî ziman ku divê gelê Tirkiyê referandûmê qebûl neke û wiha got: ″Erdogan ji bo dagirkirina Sûriyê, gelê xwe kuşt.″

Şêxê êla Demalxa Sedam Sadiq nerazîbûna li hember referandûma ku dê 16′ê nîsanê li Tirkiyê were lidarxistin, nîşan da û bang Ii gelê Tirkiyê kir ku vê yekê qebûl neke û mafê xwe biparêze.

Sedam Sadiq diyar kir ku şoreşa Sûriyê û tevahî şoreşên ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstemên serokatiyê pêk hatin û wiha got: ″Gel dixwaze bi xwe, xwe birêve bibe, sîstemên desthilatdar hilweşîne û civaka xwe pêş bixe. Lê Erdogan dixwaze gel paşketî bihêle, da li hember faşîzma wî serî hilnedin.″

Sadiq da zanîn ku dê referandûm bandoreke neyînî li ser Sûriyê bike û wiha domand: ″Dema ku Erdogan herêmên Bakurê Sûriyê bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle dagir kirin, hin kesan ev destwerdan red kirin. Lê dema ku sîstema serokatiyê were avakirin, tu kes li hember siyasetên Erdogan dernakeve.″

Sadiq helwesta gelê Kurd ji referandûmê wiha vegot: ″Gelê Kurd ê azad tu carî vê yekê qebûl nake, mafê xwe diparêze û ji dîrokê ve sîstemên desthilatdar red dike.″

Şêxê êla Demalxa, Sedam Sadiq  di dawiya axaftina xwe de got ku ne gengaze ku gelê Tirkiyê vê yekê qebûl bike û wiha pê de çû: ″Erdogan ji bo ku herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike û desthilatdariya xwe li herêmê ferz bike, gelê xwe kuşt.″

Gelên herêmên dibînin ku serkeftina referandûma 16′ê nîsanê xizmeta berjewendiyên AKP′ê dike û xetereyekê li ser herêmê ava dike.

(mm)

ANHA