Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Baragehên sereke yên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê nas bike

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – li gorî lêkolîneke Malpera West Point a Amerîkayî ji sedî 93 çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiye derbasî Sûriyeyê bûne. Ev çete di ser bajarên wekî Girê Spî, Ezaz, Atmê, Cerablus, El-Raiî û Iskenderon re derbas bûne û ketine nava DAIŞ.

Agahiyên ku ANHA’yê derbarê têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk de gelek ziraviyan eşkere dikin. Ajansa me rêzek ji dosyayên bi sernavê “DAIŞ’î veşartiyan eşkere dikin: Vaye têkliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de” weşandibû. Di parçeyê yekemîn ê vê dosyayê de piştgiriya eşkere eşkere ya hikûmeta Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re tê diyarkirin. Di vê dosyayê de tê gotin ku çete dihatin Stenbol û ji wir ber bi Entab û Ruhayê ve dihatin şandin. Ji van bajaran jî derabsî Sûriyeyê dihatin kirin.

Em ê di vê dosyayê de jî li gorî agahî, lêkolîn û raporên çapemenî û îstixbaratî hin xetên din eşkere bikin û navên çend ji baragehên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê diyar bikin.

Tirkiye bazara mezin a DAIŞ’ê ye

Nivîskar û lêkolîner Aaron Stein girêdayî mijarê gotareke berfireh û dirêj bi sernavê “Toreya DAIŞ’ê li Tirkiyeyê” weşand. Agahiyên di vê gotarê de hatin bibîrxistin xwe dispêrin saziyên îstîxbaratî yên welatên rojavayî û axaftinên çeteyên DAIŞ’ê yên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin girtin.

Li aliyekî din jî ev gotar agahiyên xwe dispêre hin rojnameyên Tirkiyeyê ku derbarê mijarê de gav bi gav agahiyên veşartî diweşandin. Di vê gotarê de gelek dosyayên ku têkiliya hikûmeta Erdogan (AKP) bi DAIŞ’ê re îsbat dike têne vekirin.

Aaron Stein dibêje ku ev riyên ku Tirkiyeyê niha ji bo piştgiriya DAIŞ’ê bi kar tîne di şerê Iraqê de ji bo piştgiriya rêxistina El-Qayîde li dijî hêzên Amerîkayê dihate bikaranîn, niha jî di aloziya Sûriyeyê ji bo desteka Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê tê bikaranîn.

Televisyona Almanî ARD’ê beriya niha di raporeke xwe de li gorî agahiyên îstîxbaratî, şahid û parêzeran behsa têkiliya DAIŞ û Dewleta Tirk kir.

ARD’ê di raporê de diyar kir ku li bajarê Entabê barageheke leşkerî ya çeteyan heye, li wir çete têne perwerdekirin û ji bo Sûriye, Iraqê û hwd têne şandin. Televisyonê di rapora xwe de ji bîr nekir ku navê “bazara herî mezin a DAIŞ” li Tirkiyeyê bike.

ARD’ê destnîşan kir ku parêzerê Tirk Mehmed Erdom gotiye”Îstixbaratên Tirkiyeyê ji bo destekdayîna DAIŞ’ê her tiştî dikin. Vî parêzerî hin belge û nav jî eşkere kirin.

Baragehên DAIŞ li Tirkiyeyê

Li gorî raporên û lêkolîn destgehên çapemeniyê û saziyên îstixbaratî û axaftinên çeteyên girtî ku ji aliyê ANHA’yê ve hatine weşandin em dikarin çend ji baragehên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê destnîşan bikin.

ADIYAMAN

Li Adiyamanê şaneyeke DAIŞ’ê heye û ev şane bi eşkere eşkere tev digere û kesên ji herêmê jî vê baş nas dikin. Ev şane ango koma çete ji aliyê kesê bi navê Ahmet Kurkumaz ve tê birêvebirin. Ev koma çete berpirsyarê teqînên li Amed û Pirsûsê ye. Endamên vê komê wekî ku karmendên saziya IHH’ê ne tev digerin, tên Sûriye û diçin Tirkiyeyê. Ev sazî bi xwe yek ji saziyên girêdayî MÎT’a Tirk e û yek ji saziyên ku çeteyan fînase dike ye.

STENBOL

Li heêrmên Zeytinpur, Gazi Osman Paşa, Pyram Paşa, Topkapı, Güngören, Sultan Bailey yên bajarê Stenbolê navendên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Komên çete bi awayekî eşkere û serbest diçin û tên van navendan. Bajarên Stenbolê wekî mezintirîn bajarê ku terorîstên ji derve hembêz dike tê binavkirin. Li van navendan kesên cîhadîst tên organîzekirin û ji bo Sûriye, Lîbya û Iraqê têne şandin. Ev navend her wiha çeteyên li Lîbya, Sûriye û Iraqê birîndar dibin jî pêşwazî dikin.

KONYA

Li Konyayê jî gelek navendên biçûk ên çeteyên DAIŞ’ê hene. Ev navend ji aliyê terorîstê bi navê Mustafa Gounez ve tê birêvebirin. Çend ji çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin jî li Konyayê perwerdeya xwe dîtine.

Li herêmên Uludağ, Polo û Tekirdağ jî baragehên DAIŞ’ê hene. Serokên şaredariyên van herêman kesên AKP’yî ne û hayê wan ji baragehên çeteyan hene. Ev barageh li ber çavan in. Cil, xwarin û pêdiviyên van baragehan ji aliyê sazî û komeleyên girêdayî AKP’ê û şaredariyên van herêman têne bicihanîn.

ENQERE, ADANA, İZMIR Û PAMUK UFA

Li Pamuk Ufa ya li herêma Skaria, İzmir, Adana, Enqere jî baragehên leşkerî hene û tê de di bin navê “Xîlafeta Îslamî” çete têne birêxistinkirin û ji bo Sûriyeyê têne şandin.

ENTAB Û ORFA

Ev herdu herêmên li ser sînorê Sûriyeyê ji herêmên sereke ne ku ji bo xizmeta çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn.

Li van herêman hotel, nexweşxane, dikan û deverên cuda cuda di xizmeta çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ev herêma ji ber ku li ser sînor in dewleta Tirk dikarîbû bi hêsanî çeteyan derbasî herêmên beramberî wan wekî Cerablus, Ezaz, Bab, Raiî, Minbic û Girê spî bike.

Ev baragehên leşkerî û navendên çeteyan hemû bi din çavêdriya hêzên îstixbarata Tirkiyeyê de têne birêvebirin. Piraniya wan wekî mizgeftan hatin amadekirin, hin jî wekî mezra û avahiyên mezin hatin avakirin.

Saziyên Tirkiyeyê ku destekê didin DAIŞ’ê

-Komeleya El-Bedir a Ciwanan a Kayseri: Ev komele ciwanan kom dike û wan tevlî DAIŞ û El-Nusra dike.

-Komeleya Neviyên Osmaniyan a bi serokartiya Issa Otşonco: Yek ji çavkaniyên sereke yên fînasekirina DAIŞ’ê ye.

-Komeleya Hevgirtina Civakî ku ji aliyê Halil İbrahim Yılmaz ê nêzî Wezîrê Karê Hundir ê berê Avakan Ala, ve tê birêvebirin. Ev komele çeteyan tevlî DAIŞ’ê dike.

-Komeleya Odeyên Osmaniyan ku ciwanên alîgirên Erdogan di nav de cih digrin. Ev komele hem çeteyan tevlî DAIŞ’ê dike û hem jî di aliyê propagandayê de rolekê ji bo DAIŞ’ê dilîzin.

-Komeleya Ciwanan û Têkoşîna li hemberî madeyên hişbiriyê a li herêma Fatih a Stenbolê.

-Komeleya Alîkariyan IHH. Ev saziyeke îstixbaratî ye, lê ruyê rêxistinên alîkariyan li xwe kiriye. Ev komele çek, madeyên lojostîkî ji bo komên çete yên Sûriye wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra dişîne.

-Herdu şirketên ewlekariyê Nitromak  û Metchem ku di lîsteya reş a cîhanê de cih digrin piştgiriyeke mezin didin DAIŞ’ê û çekan ji El-Nusra û DAIŞ’ê dişînin.

-Şirketa Sadat a Pîşesaziya Ewlekarî. Ev şirket ji aliyê 64 serbazên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin û Adnan Tenerife serokatiya wê dike. Ev şirket piştgiriyê dide komên DAIŞ’ê li Sûriye û Lîbyayê. Çek û maşîneyan jî ji bo çeteyan dişîne. Vê şirketê bi sedan endamên DAIŞ’ê ji bo sererastkirina alavên leşkerî perwerde kiriye.

-Çapxaneya El-Xîlafê ya Belavkariyê, Kovara El-Qestentîniyê, Saziya El-Heyat a çapemeniyê: Ev sazî ji bo DAIŞ’ê propagandayê dikin.

-Li ser toreyên medyaya civakî Facebook û Twitter’ê jî gelek hesbên girêdayî MÎT’ê ji bo piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê hene.

Nexweşxaneyên ku di bin xizmeta çeteyên DAIŞ’ê de ne

-“Navenda Sunni” ya li herêma Paşak Şahir a Stenbolê.

-Nexweşxaneya “Tip Parki” a girêdayî hevjîna Erdogan, Emîne

-Nexweşxaneya “Tip Parki Internasyonal”

-Hemû nexweşxaneyên hikûmetê yên Entab û Orfayê.

Navendên firotina organên mirovan

Li Tirkiyeyê navendên kirîn û firotina organên mirovan hene. Ajansa Nûçeyan a Rûsya Sputnik derbarê organên mirovan ku li Tirkiyeyê têne kirîn û firotin raporeke berfireh weşand û tê de buhayê her organîzekî jî diyar kir.

DAIŞ ku ber bi dawiyê ve diçe çeteyên wê yên mane jî direvin û hin jî xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin. Wê hîna jî gelek tiştên veşartî yên girêdayî têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk de werin zelalkirin.

(he)

ANHA