Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Başûr, Iraq û Rojhilatê Kurdistanê careke din hejiya

Hate Nûkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Iraq bi du erdhejên cûda yên bi pileya 5.6 hejiya.

Rojhilatê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Iraq bi du caran hejiya. Li gorî agahiyên Rêveberê Hewaşinasî û pisporê Erdhejan yê Herêma Kurdistanê erdheja yekemîn ya herêmê pileya  5.6  di saet 10:00’an de pêk hatiye. Pileya erdheja duyemîn ku 10:22’an de pêk hat jî heya niha diyar nebûye. Her wisa ev dibe yekemîn erdheja 2018’an a li Başûrê  û Iraqê çêbûye.

Têkildarî encam û zirer ziyanên erdhejê heya niha ti agahî ne hatine bidest xistin.

(kc)