Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bawername li xwendekarên mûzîkê hatin belavkirin

EFRÎN – Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê bawername li 19 xwendekarên mûzîkê belav kir. EFRIN-SEVBUHEREK-MUZIKI ‫(120717832)‬ ‫‬

Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc a Kantona Efrînê şevbuhêrkeke mûzîkê ji bo xwendekarên mûzîkê li dar xist. Di şevbuhêrkê de malbatên xwendekaran, Endamên TEV-ÇAND′ê, Komeleya Melak, xwendekarên Navenda Çand û Hunerê amade bûn.

Dikeya ku şevbuhêrk lê hat lidarxistin, bi alavên mûzîkê, wêneyên şehîdan û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xemilandin.

Şevbuhêrk bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre stranên Kurdî hatin gotin ku xwendekaran li alavên tenbûr û kemanê dan.

Di dawiya şevbuhêrkê de bawername li xwendekaran hatin belavkirin.

(mm)

ANHA