Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Baxçelî çavbirçîbûna xwe ya Osmaniyan eşkere dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê MHP’ê Dewlet Baxçelî ku hevkariya Erdogan di êrîşa li dijî Efrînê de dike beriya niha gefên hilweşandina bajarê Efrînê xwarin û niha jî dibêje ku wî gistîla ala Tirkiye, Selcoqiyan û Inkîşariyan xistiye tiliyên xwe û nîşan dide ku ew ê bi Erdogan re dagirkeriya Osmaniyan vegerîne.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve bi hemû teknolojiya xwe ya leşkerî hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin. Serokê MHP’ê Dewlet Baxçelî dema ku beşdarî çalakiyeke bajarê Antakiyayê bû girêdana xwe ya bi serokê AKP’ê Receb Tayîp Erdogan re dubare kir û got ku partiya wî dê piştgiriya Erdogan di hilbijartinên serokatiyê de bike.

Baxçelî weke Erdogan îdîa kirk u artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ber deriyên Efrînê ye û wiha got: “Min ev gistîl xistiye tiliya xwe û bi taybet nîşana wê wiha ye: ji aliyekî ve ala Tirkiyeyê ye û li aliyê din ala Selcoqiyan û ala Înkîşariyan e.” Ev jî nîşana çavbirçîbûna wî û Erdogan a vegerandina dagirkeriya Osmaniyan li herêmê ye.”

Baxçelî beriya niha gefa hilweşandina bajarê Efrînê xwar û gef li Emerîka xwarin ku Emerîka dê bi qasî 5 caran ziyanên ku li Vêtnamê dîtine bibîne.

(jh)

ANHA