Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Baxçeyên Eyn Îsa beyar in, şaredarî soza geşkirinê da

QUSEY EL-XEMÎS

EYN ÎSA – Di encama kiryarên çeteyên DAIŞ’ê de ku pompên (trampe) mayîn kiribûn, avê avdanê li ser navçeya Eyn Îsa hatiye birîn û bandor li çandina baxçeyên navçeyê jî kir. Di encamê de baxçeyên navçeyê veguherîn beyarekê. Şaredariya Gel jî soz dide ku dê pompên avê sererast bike û avê ji baxçeyan re peyda bike û van baxçeyan ji nû ve vejîne.

Li navçeya Eyn Îsa 4 baxçe hene û piraniya wan dar têde tune ne. Tenê çarçoveya van baxçeyan diyar dibin û ji ber tunebûna daran rengê baxçeyan li ser wan nemaye û weke beyaran diyar dibin. Her wiha ava avdana daran jî di van baxçeyan de nayê peydakirin.

Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Eyn Îsa çeteyan hemû pompên avdanê teqandin û welatiyên navçeyê bê av hiştin. Piştî ku herêm ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate rizgarkirin û welatiyên navçeyê vegeriyan warên xwe, lê ji ber kiryarên çeteyan  rastî gelek astengiyan hatin.

Atmosfêra navçeya Eyn Îsa hişk e û pileyên germahiyê jî di demsala Havînê de zêde ye. Ev yek jî bandoreke neyînî li giştî çandiniya bejî û baxçeyan dike. Di encamê de pêdivî bi ava avdanê zêde ye. Her wiha di encama tunebûna daran de jî bahozên ax û qûmê zêde dibin.

Şaredariya Gel a navçeyê ji bo van pompên avdanê sererast bike di nava xebatan de ye. Endamên rêveberiya şaredariyê soz da ku dê di vê mehê de ava avdanê ji darên baxçeyan re peyda bikin û van baxçeyan ji nû ve vejînin.

Girêdayî mijarê, hevserokê şaredariya gel  Mihemed Reşîd destnîşan kir ku ew bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin di demeke zû de van pompên avdanê sererast bikin û dê darên cûda li her çar baxçeyan biçînin.

(jh)

ANHA