Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bazara Tebqa piştî serdemeke reş dîsa hate vejandin

Dîmen

EYŞE MIDEWER

TEBQA – Bajarê Tebqa bi xweşikbûn û atmosfêra xwe ya guncaw navdar e, nemaze ji ber ku li ber keviya Gola Bendava Firatê hatiye avakirin. Di bajêr de gelek bazar hene û bazara navendî jî dilê bajêr e.

Bazara navendî ya bajarê Tebqayê li seranserî kolana ku gundê Tebqa yê kevnar û taxên nû yên bajêr dighîne hev, hatiye avakirin. Di vê bazarê de hemû pêdiviyên welatiyan têne firotin.

Li aliyê rojavayê bazarê gelek dikan şêraniyê hene û li rex wan dikanên zêr, telefon û alûgoriya pereyan hene. Li aliyê rojhilatê bazarê jî dikanên pêdiviyên dibistan, kilînîkên bijîşkên diranan û dikanên dermankirina xwezayî (kurdwarî) hene.

Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, çeteyan bazar veguhertin navenda kiryarên xwe yên hovane û li vir gelek kes hatin serjêkirin. Her wiha çeteyan hovîtiya xwe bi rêbazên cûda pêk dianîn û gelek ciwan ji aliyê El-Hisbê (Asayîşa çeteyan) ve ji ser avahiyên bilind ên bazarê diavêtin jêr û gelek çete li ser van avahiyan çavdêriya bazarê dikirin û gelek sekvanên çeteyan lê hatibûn bicihkirin.

Di nîvê bazarê de dukanên lîstokên zarokan û dukanên cilûbergan hene û li rex wan dukanên pêdiviyên malê yên elketronîk û dukanên birêvebirina zemawendan û xemilandina bûkan hene.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 10’ê Gulana borî de dawî li ser dema reş a çeteyên DAIŞ’ê li bajêr anî û careke din bazara navendî ya bajêr veguherî dilê bajêr û dîsa hate vejandin.

Kolana herî kurt a bi ser bazarê ve kolana wekaletan e û têde dukanên komfirotin ên madeyên xwarinê hene. Di bazarê de beşekî taybet bi çêkirina ceneratoran heye û jêre cihê pîşeyî tê gotin.

(jh)

ANHA