Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bê gelên Sûriyê alozî nayê çareserkirin’

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer û Muxalifê Sûrî Hîşam El-Ifşarî destnîşan kir ku eger ji hemû gelên Sûriyeyê tevlî danûstandinên çareserkirina aloziya Sûriyeyê nebin, wê danûstandin kêm bimînin.

Hîşam El-Ifşarî têkildarî 8`emîn Kongreyê Cinêv ji ajansa me re axivî û got:ʺ Çi kongre, di bin çi navî de û li kudere were lidarxistin eger hinek xalan ber çavan re derbas neke, ew bisernakeve.

El-Ifşarî di destpêka gotinên ji Îranê destpê kir û wiha got:ʺ Îran li herêmê û li cîhanê terorê xwedî dike, Esed hîna li ser hukme û hemû gurûpên çekdar ên ji derve hîna li Sûriyê ne. Divê çekdayîna gurûpên çekdar were seknandin, aliyê madî û siyasî de bi wan re nebin alîkar û siyasetmedarên ku pêşengiyê bikin, werin peyde kirinʺ.

El-Ifşarî di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Bila em bi xwe û cîhanê re rast bin, em û cîhan dizanin eger hemû pêkhateyên Sûrû û bi taybet pêkhateya Kurd di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de nebin, ne mumkine ku were çareserkirin. Êdî pêdivî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hevdû kom bibinʺ.

Di dawiya gotinên parêzer û muxalifên Sûrî de Hîşam El-Ifşarî wiha got:ʺ Ji ber ku pêkhateyên Sûriyeyê ji civîn û kongreyên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê têne lidarxistin, dûr dimînin, aloziya Sûrî nayê çareser kirinʺ.

(np)

ANHA