Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bêdengbûna Rêveberiya Herêma Kurdistanê rê li ber komkujiyên din vekir’

NAVENDA NÛÇEYAN – KCD`ê destnîşan kir ku bêdengûna Hikumeta  Federal a Başurê Kurdistanê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk,  rê li ber komkujiyên din vekir.

Derbarê komkujiya dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê, Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirkiyeyê sed salin bênavber li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û niha ev polîtîka ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî dijwar tê meşandin.

Komkujî û zextên di sedema dîktaroriya AKP’ê de tên meiandin her roj yek lê zêde dibe.

Li erdnîgariya Kurdistanê her roj welatiyên sivîl ji hêla balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ji hêla zavê Erdogan, Bayraktar ve hatiye çêkirin, tê bombebarankirin. Di encama bomberanan de di serî de li Colemêrg û Licê li gelek deveran bi dehan welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Di 21’ê tebaxa 2011’an de gundê Kortek ji hêla balafirên şer ve hat bombebarankirin û pitika biçûk Solîn jî di nav de 4 jê zarok 7 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî vê komkujiyê bêdeng mabû û ev bêdengî rê li ber komkujiyên din vekir.

Herî dawî balafirên şer welatiyên li gundên Horê, Rêkan û Nerwê yên başûrê Kurdistanê diçûn ser bax û baxçê xwe bombebaran kirin û di encama bomberanê de 10 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Bêdengiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî van komkujiyan, cesaretê dide dîktatoriya AKP û ji ber vê yekê bombebaranên xwe dijwartir dike. Di ser de Herêma Federal a Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, bang li gelê xwe û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van komkujiyan bi hestyarî tevbigerin û berteka xwe nîşan bidin.

Bila rehma xwedê li kesên di vê êrîşa dawî de jiyana xwe ji dest dane be û sersaxiyê ji malbatên wan dixwazin. Em ev êrîş û komkujiya li hemberî welatiyên me bi awayekî eşkere li ber çavên dinyayê pêk hatiye şermezar dikin.”

(kc)