Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Bêdengiya navnetewî dihêle Erdogan serweriya Sûriyeyê binpê bike’

Dîmen

MEED SELOM

GIRÊ SPÎ – Endamê Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb got ku dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê serweriya Sûriyeyê binpê dike û dibe ku di encamê de parçebûnê bi xwe re bîne û destnîşan kir ku bêdengiya navnetewî cesareta Erdogan di binpêkirina serweriya Sûriyeyê de zêde dike.

Di derbarê helwestên li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê de Endamê Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re got ku armanca êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê dagirkerî ye û serweriya Sûriyeyê binpê dike û wiha got: “Di encama civînên Cenêv û Astana de aramiya li Sûriyeyê bêtir xirab bû û dibe ku di dawiyê de parçebûnê bi xwe re bîne.”

Hebîb di axaftina xwe de êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê şermezar kirin û diyar kir ku di daxuyaniyên Erdogan de eşkere diyar dibe ku Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibin.

Hebîb destnîşan kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê projeya demokratîk didin meşandin da ku parastina yekîtiya Sûriyeyê bikin û rê li pêşiya parçebûnan bigirin û di van xebatên xwe de serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn û wiha doman: “Evan projeyên demokratîk ne li gorî berjewendiyên hikûmeta Tirkiyeyê ye ji ber vê yekê êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê dane destpêkirin.”

Hebîb da zanîn ku Tirkiye ji dewleteke misogerkar veguherî dewleteke dagirker û niha hewl dide Idlibê weke Bab, Cerablûs û Ezazê veguherîne baregehên xwe yên leşkerî da ku ji van deveran êrîşên xwe li dijî Bakurê Sûriyeyê bide destpêkirin.

Hebîb got ku ew weke meclîs êrîşên artêşa dagirker li dijî Efrînê weke çespandina dagirkeriya wê li Sûriyeyê bi nav dikin û behsa bêdengiya navnetewî li hemberî van hovîtiyên artêşa dagirker li dijî welatiyên herêma Efrînê kir û wiha got: “Bêdengiya navnetewî cesareta Erdogan di binpêkirina serweriya Sûriyeyê de zêde dike û dihêle komkujiyên xwe berdewamm bike.”

Endamê Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdeniya hikûmetên navnetewî li hemberî van komkujiyên artêşa Tirkiyeyê tê wateya ku berjewendiyên wan jî di kuştina sivîlan de hene. Her wiha berxwedana serdemê ya Efrînê silav kir û got ku şervanên berxwedêr li Efrînê berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

(jh)

ANHA