Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Belavkirina tovê genim û simadê destpê kir

QAMIŞLO– Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û berhemên Sewlan ya herêma Cizîrê derbarê ruxstkirina zeviyên çandiniyê û belavkirina tov û simadê daxuyaniyek da û buhayê firotina tov û simadê diyar kir.

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û Sewalvaniyê ya herêma Cizîrê di çarçoveya pêkanaîna pîlana sala 2017/2018’an a mewsimê çandiniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin

“Di çarçoveya pêkanîna pîlana çandiniyê ya mewsima sala 2017/2018’an ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û Sewalvaniyê dest bi ruxstkirina çandiniyê û belavkirina tov û simanê li ser birayên me yên cotkaran tê destpêkirin. Kar û xebat dê wiha be.

1-Tovên genim dê wiha were belavkirin.

-Genimê nerim: Ji zeviyên avî re dê 30 kîlo tov ji her yek donimê re were dayîn, zeviyên bejî jî wê 25 kîlo tov ji her yek donimê re were dayîn.

-Genimê hişk: ji ber her yek donimî re dê 32 kîlo tov were dayîn, ji zeviyên bejî re jî ji her yek donimê re 27 kîlo tov were dayîn.

2- Belavkirina simad (guvre) jî dê wiha pêk were:

-Simada fosfat (tirabî): ji her donimekê avî re wê 10 kîlo were dayîn, ji her donimeke bejî re jî dê 10 kîlo were dayîn.

-Simada azotî: ji her donimeke avî re 20 kîlo û ji her donimeke bejî re jî 10 kîlo were dayîn.

3-Buhayên tov û simadê:

-Tovê genim: ji her kîloyekê re 160 lîreyên Sûriyê.

-Simade Fosfat: Her kîloyek 250 lîreyên Sûriyê

-Simada azûtî: Ji her kîloyekê re ji her kîloyekê re 225 lîreyên Sûryê.”

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û berhemên Sewlan ya herêma Cizîrê destnîşan kir ku dive cotkar li bajarên xwe serdana komîteyan bikin û ruxstên xwe werbigirin da ku karibin tov û simadê werbigirin.

(dc)

ANHA