Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bendava Firatê ji bermahiyên şer tê paqijkirin

TEBQA – Buroya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê û bi hevkariya Karîgeriya Pîşeyî ya Birêvebirina Bendava Firatê dest bi rakirina berhemên şer ên ji Bendava Firatê kir.TIBQA-CSER ‫(35127810)‬ ‫‬

Çeteyên DAIŞ`ê ku mayîn di hundir Bendava Firatê ya Tebqayê de tenqandibûn,  di encamê de zerar gihîşt bendavê û beşek ji binsaziya bendavê hatibû rûxandin. Di heman demê de, çeteyan bi sedan mayîn di bendavê de çandibûn.

Piştî rizgarkirina Bendava Firatê ji aliyê şervanên QSD`ê ve,  tîmên pispor ên rakirina mayînan ên QSD`ê bendav ji mayînan paqij kir.

Di vê  demê de jî, Bendava Firatê bi giştî ji bermahiyên şer tê paqijkirin û tiştên ku hatine rûxandin jinûva têne temîrkirin. Her wiha beşê Ekolojî yê Şaredariya Gel a Tebqayê jî baxçeyên li bendavê jinûva amade dike.

(bx)

ANHA