Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berdevka Fermî ya Meclîsa Jina Sûriyê hat hilbijartin

MINBIC – Lîna Berekat ji aliyê beşdarên kongreya damezrîner a jina Sûriyê de, wekî Berdevka Fermî ya Meclîsa Jina Sûriyê hat hilbijartin. Dê di berdewama kongreyê de Meclîsa Rêveber were avakirin û encamnameyek were dayîn.MINBIC-LINA-BEREKAT-WEKI-HEVSOROKA-MECLISA-JINAN-A-SURYE-HAT-ILANKIRIN1 ‫(258277889)‬ ‫‬

Di yekemîn kongreya damezrîner a jina Sûriyê de, piştî ku rêziknameya Meclîsê hat xwendin, nîqaş û pêşînyar hatin kirin û hin xalên rêziknameyê hatin sererastkirin. Piştrer jî dirûşmeya Meclîsê bi dengdanê hat diyarkirin.

Piştre jî nîqaş li ser bendên rêziknameyê hat domandin. Her wiha bi dengdanê Endama Buroya jinê ya MSD′ê Lîna Berekat wekî Berdevka Fermî ya Meclîsa Jina Sûriyê hat hilblijartin. Her wiha Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sîham Qeryo û Endama Komîteya amadekar a kongreyê Lorîn Ibrahîm wekî cîgirên wê hatin hilbijartin.MINBIC-LINA-BEREKAT-WEKI-HEVSOROKA-MECLISA-JINAN-A-SURYE-HAT-ILANKIRIN1 ‫(1)‬

Niha jî li ser avakirina Desteya Rêveber a Meclîsê ku dê ji 53 kesan pêk were, dengdan tê kirin.

Tê payîn ku dê di dawiya kongreyê de,  encamnameyek were dayîn.

(mm)

ANHA