Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berdevkê Koalîsyonê: Hevalbendên me 7400 Km2 ji Reqqayê rizgar kirin

HAT NÛKIRIN

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê John Dorian daxuyand ku QSD’ê 7 hezar û 400 Km2 ji gundewarên Reqqayê rizgar kirin.

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê John Dorian li ser malpera xwe ya Twitter’ê daxuyaniyek weşand û got ku “Hevalbendên me 7 hezar û 400 Km2 ji xaka rojava, rojhilat û bakurê Reqqayê ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de vegerand”.

Rojname: Amerîka plan dike hezar leşkerên xwe bişîne Bakurê Sûriyê

Girêdayî operesyona Reqqayê, rojnameya Washington Postê îro nûçeyek weşand dibêje ku Amerîka plan dike ku di çarçoveya Operasyona Reqqayê hezar leşkerên din bişîne Bakurê Sûriyeyê.

Di nûçeya rojnameyê ku xwe spartiye rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de hatiye diyarkirin ku ger plan ji aliyê Wezîrê Parastinê James Mattis û Serokê Amerîkayê Donald Trump ve were qebûlkirin, Amerîka wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê 2 qatan zêde bike.

Hat gotin ku ev leşkerên ku wê ji Yekîneya Seferî ya Piyadeyên Behrê ya 24emîn û Tumena Daxistinê ya Hewayî ya 82yemîn pêk were.

Amerîka di hefteyên borî de 250 leşkerên xwe şandibûn Minbicê û 200 hêzên deryayî jî şandibûn nêzîkî Reqqayê.

Xezeba Firatê didome

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi kordîneya Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê di Mijdara 2016’an de operesyona rizgarkirina Reqqayê dabûn destpêkirin. Pêngava 3’yemîn a hemleyê hîna jî didome.

(ne)