Têkilî | Derheqê me de

Berdevkê YPG`ê encama êrîşa balafirên artêşa Tirk eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê YPG`ê Rêdûr Xelîl encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Giştî ya YPG`ê li Çiyayê Qereçox eşkere kir.

Rêdûr Xelîl da zanîn ku di encama bombarandina dewleta Tirk li ser navenda Giştî ya YPG`ê li Çiyayê Qereçox de 20 şervanên wan  şehîd ketin û 18 birîndar bûn. Xelîl diyar kir ku ji birîndaran sê rewşa wan xeter e.

Berdevkê YPG`ê destnîşan kir ku zerarên madî yên mezin jî gihîştin navendê û di heman demê de zerar gihîşt malên sivîlan ên nêzî cihê ku hatiye hedefgirtin.

(kc)