Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berê wan li Qamişloyê ye

DIYAR EHMO – AZAD SIFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên çalak ku ji Hesekê derketine rê navçeya Amûdê derbas kirin û berê wan li Qamişloyê ye.CAIN

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya “Serî hilde” li Herêma Cizîrê 3 meşên dirêj ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê ber bi bajarê Qamişloyê ve dest pê kiriye.

Ciwanên ji bajarê Hesekê ku di 22’yê Mijdara 2017’an de ketine rê navçeya Amûdê derbas kirine û nêzî bajarê Qamişloyê bûne. Ciwan hetanî niha bi qasî 85 km meşiyane.

Di meşê de ciwan ji nûçegîhanên ANHA’yê re peyivîn û gotin ku wê hetanî azadiya Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Can Welat yek ji ciwanên ku tevlî meşê bûye dibêje “Em dixwazin rewşa tendurisî ya rêberê xwe nas bikin. Em tecrîda giran a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye ferzkirin, şermezar dikin.”

Dîlber Mehmûd jî yek ji van ciwanan e. Vê jina ciwan jî bal kişand ku pêwîste gelên Bakûrê Sûriye û bi taybet jin ji bo şoreşa xwe berxwedaniyê bikin û got “Em wiha şerê tarîtiyê dikin. Ji bilî azadiyê tiştekî din qebûl nakin.”

Dîlber anî ziman ku ev bidawîkirina vê meşê nayê wateya ku ew ê çalakiyên xwe bidin sekinandin, lê belê wê hertim çalakiyên xwe dewam bikin hetanî ku agahiyên derbarê tenduristiya Ocalan de bidest bixin.

(he)

ANHA