Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berhema genim li Efrînê 20 hezar ton derbas kir

NARÎN EMÎN

EFRÎN – Berhemê genim îsl li kantona Efrînê 20 hezar ton derbas kir. Li gorî cotkaran ev berhema îsl baş bû.EFRIN-MOSEME-GENENM-LI-EFRIN ‫(179634690)‬ ‫‬

Genim yek ji berhemên stratejîk li herêma Fedal a  Efrînê ye û rêjeya wê di nava erdên çandiniyê de digihêje ji sedî 60, ev yek jî ji ber rewşa hewayî ya baş û hebûna avê.

Mudîriyeta genim a Desteya Bazirganiyê li Kantona Efrînê ji 10`ê hizêranê ve, li navenda El-Mîra dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir û vê  yekê derdora du mehan dirêj kir.

Genim li Efrînê dabeşî du cureyan dibe, nerm û hişk. Cureyê hişk ji sedî 90 e û îsal berhema genim gihîşt 20 hezar ton.

Beriya niha jî, Meclîsa Rêveber a Kantonê buhaya her kîloyekî li gor cureya wê diyar kiribû. Li ser vî bingehî her du beşên genim ên ji asta yekemîn bi 144 L.S ye, asta duyemîn bi 143,5 L.S ye, asta sêyemîn bi 143 l.s ye û asta çaremîn jî bi 142 L.S ye.EFRIN-MOSEME-GENENM-LI-EFRIN ‫(179634691)‬ ‫‬

Ev berhema han li depoyên herêmê tê veşartin û wiha li depoyan tê belavkirin: Depoya navendî li Mîraye  6 ton , depoya Şêx Bilo ya navçeya Raco du hezar û 500 ton û du hezar û 800 li çolên derdora wê ye, her wiha du hezar û 300 ton jî ji cotkarên herêma Şehba hat girtin.

Niha jî Desteya Bazirganiyê ya Kantona Efrînê dest bi avakirina navenda Mîra li navçeya Raco dike.

Hevserokê Navenda Mîra Cemîl Xelus da zanîn ku cotkar bi riya belgeyek ji mudîrtiyeta genim, dikarin pereyên xwe li bajarê Efrînê bigirin.EFRIN-MOSEME-GENENM-LI-EFRIN ‫(1)‬

Navenda Mîra beriya demekê diyar kir ku heta 25 meha bihurî dê genim werbigire, lê ji ber serdanên cotkaran ev dem hat dirêjkirin û rojên yekşem û pêncşem ji bo girtina genim hatin diyarkirin.

Hevserokê Navenda Mîra Xelus destnîşan kir ku berhema genim a îsal baş e 20 hezar ton derbas kir û rojane genim ji cotkaran dihat standin.EFRIN-MOSEME-GENENM-LI-EFRIN ‫(179634689)‬ ‫‬

(nse)

ANHA