Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berhema hejîrê li bazarên Efrînê tê firotin

CEFER CEFO – XANDÎ ELO

EFRÎN – Berhema hejîrê hat berhevkirin û li bazarên Kantona Efrînê tê firotin.EFRIN-CINDIRESE-TARIMA-HEJIRE ‫(142213636)‬ ‫‬

Welatiyên Kantona Efrînê ji destpêka meha Tebaxê ve dest bi berhevkirina berhema hejîrê kirin. Berhema hejîrê îsal ji ber germahiya zêde zû giha. Darên hejîrê herê zêde li nava darên zeytûnan têne çandin.

Berhema hejîrê li bazarên Kantona Efrînê tê firotin. Buhaya kîloya wê di navbera 200-250  L.S de ye.

Berhema hejîrê bi keskî tê xwarin û hin şêniyên Katonê hişk dikin û di demsala zivistanê de dixwin. Her wiha ji bo çêkirina merba  jî tê bikaranîn.

Hejîra hestiyan xurt dike, ji bo xebitîna gurçikan  başe û ji bo dermankirina gelek nexweşiyan tê bikaranîn.

(mm)

ANHA