Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berhema zebeşan pêdiviya herêmê bi cih anî

EFRÎN – Îsal berhema zebeşan li Kantona Efrînê baş bû û pêdiviya herêmê bi cih anî.EFRIN-MOSEME-ZEBES-LI-EFRINE ‫(37552641)‬ ‫‬

Cotkarên Kantona Efrînê ji destpêka meha Hezîranê de dest bi berhevkirina zebeşan kirin.

Di mûsima berhevkirinê de, berhemên zebeşan hefteyê carekê tên avdan û dermankirin. Her wiha gihayên ku di nava berheman de derketine têne paqijkirin.

Sebeş di demsala havînê de têne xwarin û di meha Nîsanê de tê çandin. Cotkaran diyar kirin ku hezar tovên zebeşan bi buhayê di navbera 20 hezar û 32 hezaran de tê firotin.EFRIN-MOSEME-ZEBES-LI-EFRINE ‫(37552643)‬ ‫‬

Endezyarê çandiniyê û Endamê Desteya Çandiniya ya Kantonê Basim Osman anî ziman ku îsal berhema zebeşan baş bû û pêdiviya herêmê bi cih anî. Her wiha diyar kir ku kîloya zebeşan bi buhaya di navbera 50 L.S û 75 L.S tê firoştin.

(mm)

ANHA