Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berhemên herêm buhayê sûkê kêm dike

Dîmen

QAMIŞLO –  Si sûka zebzeyan a bajarê Qamişlo de kêmbûna buhayê zebzeyan diyar dibe. Ev kêmbûn ji ber berhemên herêmî daktine sûka bajar. Ev yek ji ber ku îsal berhemên herêmî zêde daketine sûka herêmê.QAM-SKAE-LE-SOKE-ARZAN-BO (2)

Zebze ji madeyên jiyanî yên herî girîng ji mirovan re ye. Buhabûna zebzeyan bandorê li hemû welatiyan dike. Ji ber embargoya li ser herêmê zebze gelekî buha bibûn. Ev yek ji ber ku berhemên herêmî baş ne dihat çandinî.

Lê bi hatina Rêveberiya Xweser re derfeta çandiniya zebzeyan hate diyarkirin. Di sûka bajarê Qamişlo de jî ji ber ku zebzeyên herêmê daketine buhayê sûkê erzan bûye. Berhemên herêmî li sûka herêmê têne firotin.QAM-SKAE-LE-SOKE-ARZAN-BO (4)

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Cemîl ku zebzeyan di sûka Qamişlo de difroşe got ku tevgera sûka zebzeyan zêde ye û destnîşan kir ku ev yek ji ber kêmbûna buhayên sûkê pêk ye. Cemîl ji saziyên têkildarî xwest ku kontrolkirina sûkê û bazirganên zebzeyan baş pêk bînin.

Welatiyê bi navê Ehmed Ezîz jî bang li welatiyan kir ku berheman di zeviyên xwe biçînin û dê bi vê yekê berhem di sûkê de peyda bibin û erzan jî bibe.

(jo/dc)

ANHA