Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bêrîn çi ye û çi jê çêdibe?

Dîmen

EHMED HESEN

EFRÎN – Li kantona Efrînê ku bi zeytûnên xwe navdar e ‘Kargehên Bêrîn’ hene. Bêrîn ango qaşilên zeytûnan çi û çi jê çêdibe?

Piştî ku zeytûn têne gufaştin û zeyt jê tê derxistin, qaşilên zeytûnan ku bi navê “Bêrîn’ tê nasîn ji bo karghehên Bêrîn têne şandin da ku sabûnê jê çêbikin.EFRIN-CAWA-KARGEHEN-BERINE-DIXEBITIN (2)

Li Kantonê 12 kargehên Bêrînê hene û her sal 3 mehên piştî mûsima zeytûnan dixebitin.

Xwediyên kargehan madeya bêrînê ji kargehên zeytê dikirin, dixemirînin da ku rengê wê kesk bide, piştre zuha dikin, li ser agir germ dikin û benzînê tevlî wê dikin.

Piştre jî bêrîn bi pileya ji sedî 80 tê kelandin da benzîn jê bifire. Paşê jî zeyta ku jê derdikeve difiroşin kargehên çêkirina ‘Sabûna Xar’.

Welatiyê bi navê Ehmed Hisên ku kargeha wî ya bêrîn heye, anî ziman ku bêrîn hem ji bo çêkirina ‘Sabûna Xar’ hem jî ji bo çêkirina komirê tê bikaranîn. Bêrîn li şûna semadê jî tê bikaranîn û li erdên çandiniyê tê reşandin.

(mm)

ANHA