Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Beriya destpêkirina doza Demîrtaş Girseya gel li ber Edliyeyê li hev civiya

NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya destpêkirina rûniştina doza ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş lê tê darizandin, gelek kes li ber edliyeyê li hev civiyan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a E20180112-878787878575884ff9a-imagedîrneyê girtî ye, tevlî rûniştina doza li 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê dibe.

Parlamenterên HDP’yî û Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay jî hatin 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ya li Bakirkoyê.

Girseya gel a li ber avahiya edliyeyê li hev civiya ye, dirûşmên “Selahattîn Demîrtaş rûmeta me ye”, “Li dijî faşîzmê mil bidin hev” diqîre.

Derdora edliyeyê ji aliyê gelek TOMA û hêzên polîsan ve hatiye girtin.

Demîrtaş ji roja ku dîl girtiye, cara yekê ye derdikeve pêşberî dadger.