Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Beriya jiyana xwe ji dest bide got ku Efrîn dê bi ser bikeve

Dîmen

TÎRAST CÛDA

EFRÎN – “Bi saya lehengiya şervanan em ê bi ser bikevin. Em hemû fedayî berxwedana serdemê ne”. Bi van gotinan li rex mezareke Êzdiyan a li gundê Sînka ya navçeya Şera çavên xwe li dunyayê girtin.

Welatiyên Êzdî yên gundê Sînka ya navçeya Şera roja Şemiyê 10’ê Sibatê serdana mezara pîroz a Êzdiyan a Şêx Xerîb kirin û ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re di derbarê hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê de axivîn.

Di mezarê de gorên pêkhateyên Êzdî û Îslaman hene. Welatiyên gund li bin dareke Berûyê kom bûn û xwestin peyamekê ji artêşa dagirker a Tirkiyeyê re bi riya ANHA’yê bişînin. Welatiyan diyar kirin ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke bê hempa li dijî dagirkeran didin meşandin û derbeyên giran li êrîkaran didin.

Welatiyekî 70 salî yê ji pêkhateya Êzdî yê bi navê Zekeriya Horo bavê 5 xurt 4 keçan e, bi moralên bilind axivî û behsa biratiya di navbera herdu pêkhateyên Êzdî û Îslamiyên gund kir û got ku bi sedsalan ew bi biratî li rex hevûdu jiyan dikin û şîn û şahiyên hevûdu bi hev re parve dikin.

Pîremêr di berdewama axaftina xwe de got ku bê guman dê li dijî Erdogan bi saya lehengiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi serbikevin û durşmeya “Bijî berxwedna YPG’ê û YPJ’ê” dubare kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya lehengiya şervanan em ê bi ser bikevin”. Bi vê gotinê hinaseya pîremê teng bû û nûçegihanê ANHA’yê neçar ma kamîreya xwe rawestîne û alîkariya wî bike û piştre li ser kevirekî di Mezarê de li ber tava rojê ronişt.

Piştre xwe li ser pişta xwe dirêj kir û welatiyan jî guman kirin ku ew xwe li ber tava rojê germ dike, lê ya rast ew bû ku bîstikên dawî ya jiyana wî bûn û piştre welatiyan hewl dan wî rizgar bikin û bi siwareyekê ber bi nexweşxaneya bajarê Efrînê ve birin. Lê bijîşkan diyar kirin ku ew ji zû ve jiyana xwe ji dest daye. Ango gotina wî ya dawî girêdayî serkeftina berxwedana serdemê bû.

(jh)

ANHA