Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berkel binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Kobanê şermezar kir

ALAN DAWÛD

KOBANÊ – Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Kobanê, şermezar kir.

Xalid Berkel  derbarê derbasbûna artêşa Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê 20 Km li rojavayî bajarê Kobanê dikeve, ji ajansa me re axivî.

Berkel destnîşan kir ku kiryarên AKP`ê agir gûr dike û rêyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hemû, digre.

Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê binpêkirina artêşa Tirk ji sînorê Rojava re,  wekî bersivdayîna serkeftin û destkeftiyên ku gelê  Bakurê Sûriyê bi dest dixe, bi nav kir.

Xalid Berkel bi lêv kir tiştê ku artêşa Tirk li ser sînor dike, binpêkirina heypeymanên navneteweyî yên derbarê dewletên cîran de ye.

Xalid diyar kir ku Rojava û Bakurê Sûriyê bûye qada projeyên çareserkirina aloziya Sûriyê ye û xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhate û civaka Sûriyê de ye û wiha pê de çû:”Ji ber vê yekê ev yek ne li gorî berjewendiyên AKP`ê ye ku hewl dide bi rêya derbaskirina sînor aloziyekê biafirîne û ewlehiya herêmê têk bibe”.

Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Xalid Berkel, zêdegavên artêşa Tirk li gundê Aşmê ya rojavayî bajarê Kobanê, şermezar kir û bi domdarî got:”Em hêvî dikin ku dewleta Tirk li hesabên xwe û taybet hesabê xwe li ser sînorê çêkirî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, baş vegerîne. Ger dewleta Tirk zêdegaviyeke din kir, wê gelê Kobanê li hemberî projeya wê rabê serhildanê”.

Xalid Bekel di dawiya axaftina xwe de, ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsyartiya zêdegavên dewleta Tirk li ser sînorê Rojava rabike û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deyîne.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide derdora 15 hiktaran e ji axa gundê Aşmê dagir, bike.

(kc)

ANHA