Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bernameya Kobanê ya 25’ê Mijdarê eşkere bû

KOBANÊ – Komîteya Amadekar a Çalakiyên 25’ê Mijdarê li kantona Kobanê bernameya xwe eşkere kir.

Komîteya Amadekar a çalakiyên roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinan (25’ê Mijdarê) îro civînek lidar xist û bernameya xwe xwe eşkere kir.

Civîn li Navenda Desteya Jin hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Semîra Mihemed axivî. Semîra Mihemed derbarê vê rojê de û tundiya li dijî jinan hatiye kirin, şîrove kir.

Endamên Komîteyê li ser çalakiyên dê ji bo vê rojê werin lidarxistin gotûbêj kirin. Di encaman van nîqaşên ku hatin kirin de bernameya çalakiyan hate derxistin.

Li gorî pîlanameya komîteyê wê platformeke giştî derbarê tundiya li dijî jinê de li Kantona Kobanê were lidarxistin. Yekîtiya Star wê di hefteya pêş de civînan li 13 taxên Kobanê organîze bike. Her saziyeke Kantona Kobanê dê semîneran ji endamên xwe re lidar bixe û vê rojê ji wan re şîrove bike.

Desteya Jin wê li kantonê pêşengeheke derbarê tundiya li dijî jinan veke. Pêşengeh wê ji 22  heta 24’ê Mijdarê dewam bike. Li Navenda Peymangeha Amdekirina Mamosteyan a Şehîd Viyan jî ji bo mamosteyên jin dê semînerek were dayîn.

Komîteya Amadekar a çalakiyên roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinan ji endam û xebatkarên Desteya Jin, Saziyên Civaka Sivîl, Rêxistina Jinan a PYD’ê û Rêxistina Sara ya Jinan pêk tê.

(kc/he)

ANHA