Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdar eşkere bû

QAMIŞLO – Bernameya  rêzeçalkiyên Roja têkoşîna li hember tûndiya li ser jinan,  ku dê di bin Sernavê’Bila Şoreşa me bibe destpêka dawîanîna li tûndiyê’, eşkere hat eşkerekirin.

Komîteya amadekar a rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê (Roja têkoşîna li hember tûndiya li ser jinan) ku tê de Koordînasyona jinan a meclîsên Rêveber û Qanûnsaz ên Kantona Cizîrê, Desteya Jinan, Yekîtiya Star Rêxistina Sara û Yekîtiya jinên Sûryanî beşdar bûn ev demeke amadekariyên rêzeçalakiyan dikirin. Amadekarî bi dawî bûn û bernameya rêzeçalakiyên ku dê li Kantona Cizîrê bên lidarxistin, bi civîneke çapemeniyê eşkere bû. Civîn li Navenda Desteya Jinan a Cizîrê hat lidarxistin.

Civîna çapemeniyê ji aliyê herdu berdevkên Komîteya amadekar, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer û Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Welîde Botî ve hat dayîn. Di Civînê de gelek dezgehên çapemeniyê amade bûn.

Rêzeçalakî li ser du pêvajoyan tên lidarxistin:

– Pêvajoya Yekemîn ji 10’ê Mijdarê de dest pê dike û heta 17’ê Mijdarê dom dike û tê semîner li gundan tên lidarxistin.

– Pêvajoya duyemîn  di 18’ê Mijdarê de dest pê dike û heta 23’ê Mijdarê dom dike. Tê de rêzeçalakiyên cihê reng ên weke civîn, Sînevizyon, Şano, Pêşnegeh û gelek çalakiyên din, tên lidarxistin.

Di 24’ê Mijdarê de jî semînerên derbarê :

– Jin û Tûndî ‘Rêxistina Sara ‘.

– Rola Rêxistinên Siyasî ‘Yekîtiya Jinên Suryanî ‘.

– Jin û Siyaset ‘Desteya Jinan’.

-Parastina rewa ‘YPJ’.

– Hevjiyana Azad ‘Yekîtiya Star’, tên dayîn.

Di roja 25’ê Mijdarê de jî meşeke navendî, li ser asta Kantona Cizîrê tê lidarxistin.

(dm)

ANHA