Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berpirsekî Îranî serdana Silêmaniyê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Feyleqa El-Qudis a Pasterên Îranê Qasim Silêman li Silêmaniyê bi hejmarek rayedarên Başûrê Kurdistanê re civiya.

Serdana Fermandarê Îraqnî piştî biryara Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê rêferanduma derbarê mana Kerkûkû di herêmên di bin sîwana hikûmeta Îraqê de yan tevlî herêma Başûrê Kurdistanê bibe were lidarxistin, pêk hat.

Çavkaniyekî ji buroya siyasî ya YNK’ê ji kenaleke ezmanî ya kurdî re got ku Fermandarê Îranî Silêmanî bi Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl û Hevjîna Sekreterê Gitşî Hîro Îbrehîm Ehmed, her wiha berpirsê Desteya Karê Buriya Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar re civiya.

Serokê Parêzera Kerkûkê Rêbwar Telebanî beriya niha diyar kiribû ku madeya 140 ya destûra Îraqê mafê refirandumê ya li ser çarenûsa parêzgehê dide wan û destnîşan kir ku heger Hikûmeta navendî ev yek red kir ew dikarin berê xwe bidin NY’yî yan aliyekî navdewletî ku kariba alîkariya wan bike ku refirandumê lidar bixin.

Çavkaniyê ku ne xwest navê xwe eşkere bike got ku Silamanî mijarên gerim bi Rêveberên YNK’ê re nîqaş kirin û ji wan jî aloziya YNK’ê jî hebû, di hevdîtinê de her wiha mijara riferenduma Kerkûkê jî hate nîqaşkirin.

Îrana ku piştgiriya YNK’ê dike û Tirkiya ku piştgiriya PDK’ê dike derbarê rakirina ala herêma Başûrê Kurdistanê ya li ser avahiyên fermî yên Kerkûkê û biyara referanduma heman helewst nîşan dan.

Helwesta Tirkiyê li ser zimanê Berdevkê Serokatiya Tirkiyê yê ku got: “Mijarên aloziyên Herêma Kurdistana Îraqê û mijarên girêdyaî rifirandumê û serbixwebûnê, her wiha pirgirêkên Îraqê divê di çarçoveya Yekîtiya Xaka Îraqê de pêk werin.”

Li ser heman mijarê Îraqnê jî parçebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê wekî hejandina Rojhilata Navîn pênase kir û gotin ku ev heza li Rojhilata Navîn dê guhertineke mezin di herêmê de çê bike.”

Helwesta Hikûmeta Îraqê jî li ser zimanê Serokwezîr Heyder Ebadî pêk hat. Ebadî got ku Ala Kurdistanê ji beriya 10 salan ve li Kerkûkê hatiye hildan, ev daxuyaniyên çapemeniyê bi armanca reşkirina serkeftina pêk tê.

Çavdêr dibêjin ku PDK-Îraq ku desthiladariya herêmê kiriye destê xwe mijara serbixwebûna Heêrmê wekî mijareke ku bi helwesta gelê kurd dilîze hate hesabkirin û gotin ku bi vê yekê dê aloziyên herêmê têk biçin.

Mijara serbexwebûna Heêrmê dimîne mijarek ku bi rewşa herêmê û geşedanên têne jiyankirin ve girêdayî ye, partiyên Başûrê Kurdistanê bê ku li herdû welatiyên ku piştgiriya wan dikin Îran û Tirkiyê vegerin nikarin tu biryara derbarê serbixwebûna hermê de bistînin.

(dc)

ANHA