Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berpirsekî Pêşverû: Nakokiyan bidin alî û bibin yek

NEJBÎR OSMAN

QAMIŞLO – Rayedarekî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye bêdengiya li hemberî êrîşên li ser Efrînê wekî hevkarî û xiyanetê bi nav kir û ji hemû partiyên Kurd xwest ku li hemberî êrîşên berberî yên bi serkêşiya Erdogan refên xwe bikin yek.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye Umer Cafer di mijara êrîşên li ser Efrînê de ji ANHA’yê axivî.

Cafer got, “Em bi Efrînê re ne. Em li hemberî mezinahiya şehîdan ku bi xwîna xwe efsaneyên lehengî û qehremaniyê nivîsandine, bejna xwe ditewînin.”

Vî siyasetmedarê Kurd da zanîn ku Erdogan dixwaze bi van êrîşan serdema bav û kalên xwe yên Osmanî vegerîne û dewletên herêmê bike wekî wîlayet û ji Enqreyê ve wan bi rêve bibe.

Umer Cafer bal kişand ser îdîayên dewleta Tirk ku dibêje ew şerê li dijî terorê dike û anî ziman ku hemû hincetên dewleta Tirk vala û derew in û ev tişt bi lêv kir “Erdogan dixwaze bi hincet û derewên cuda xaka Efrînê dagir bike. Ew bi xwe terorîstê herî mezin e. Kurd bi xwe li hemberî terorê sekinîn û Bakurê Sûriyeyê ji qirêjiya DAIŞ’ê rizgar kirin.”

‘Erdogan teror çêkiriye’

Cafer di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got “Erdogan bi xwe teror çêkiriye. Ew çete li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û ji wir ve ji bo Sûriyeyê hatine şandin. Êdî ji her kesî re xuya dike ku Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzên sereke ne ku li dijî terorê sekinîne û gelên herêmê jê xelas kirine.”

Siyasetmedarê Kurd Umer Cafer di nava axaftinên xwe de diyar kir ku Erdogan li ser riya Rêxistina Îxwan Muslimîn dimeşe û ev rêxistin piştgiriya komên çete yên wekî El-Nusra û hevalbendên wê dike.

Endamê Buroya Siyasî ya PDPKS’ê bidawîbûna DAIŞ’ê û êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê anî ber hev û got ku madem Erdogan heye wê teror jî li herêmê hebe û bi dawî nebe.

‘Bêdengî xiyanet e’

Cafer bal kişand ku yên di vê êrîşê de piştgiriyê didin Erdogan an jî li hemberî vê êrîşê bêdeng bimînin wekî hevkarên Erdogan têne dîtin û bi doza gelê xwe re xayîn in.

Rayedarê PDPKS’ê got “Erdogan rewşeke dînbûnê jiyan dike lê berxwedana serdemê wê pîlana wî ya li herêmê têk bibe. Ez jî baş bawer dikim ku dê welatê zeytûnan Efrînê ji bo Erdogan û nanxurên wî bibe goristan.”

‘Tirkiye û DAIŞ heman tiştî dikin’

Umer Cafer êrîşên Tirkiye û DAIŞ’ê şibihand hev û got ku çawa DAIŞ’ê li Iraqê şûnwaran şaristaniyên Babil û Aşûr hilweşand niha jî artêşa Tirk a dagirker êrîşî bermahiyên dîrokî yên Efrînê dike û şûnwarên herêmê dide rûxandin.

Cafer di nava gotinên xwe de diyar kir ku yek ji armancên sereke yên vê êrîşê ew e ku demografiya herêmê were guhertin û dawiyê li gelê Kurd bîne.

‘Nakokiyan bidin alî û werin berxwedanê’

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye Umer Cafer di dawiyê de bnag li tevahî gelê Kurd û partiyên Kurdî kir ku dûrî nakokiyên hundirîn bikevin û li hemberî êrîşên berberî yên bi serkêşiya dîktator Erdogan yekîtiya xwe ava bikin.

(he)

ANHA