Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bersûm: Hilbijartin misogeriya mafên gelan e

Dîmen

DIYAR EHMO – AZAD SEFO

QAMIŞLO – Senherîb Bersûm hilbijartinên meclîsên rêveberên herêmî wekî gava misogeriya mafên gelê Bakurê Sûriyeyê bi nav kir.

Hevserokê Deseya Rêvber a Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Senherîb Bersûm li Dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişlo dengê xwe da.

Senherîb Bersûm, hilbijartin li gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û got ku ev hilbijartin ji bo gelê Bakurê Sûriyeyê gaveke dîrokî ye ku mafên wî misoger bike.

Bersûm axaftina xwe wiha domand “Gelê Bakurê Sûriyeyê bi van hilbijartinan gavên dîrokî ber bi federaliyeke demokratîk ve davêje. Girîngiya projeya federal ew e ku hemû pêkhate, ol, mezhebên li Bakurê Sûriyeyê cihê xwe di nav de bigirin.”

Bersûm bal kişand ser tevlîbûna zêde ya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û bi bîr xist ku li tevahî herêma Cizîrê nûnerên gelê Suryan hene.

Senherîb Bersûm axaftina xwe wiha bi dawî kir “Projeya federal, mafên hemû gelan misoger dike, her wiha aştî û aramiyê bi cih tîne. Em bi hêvî ne ku ev proje li tevahiya Sûriyeyê pêk were.”

(bb)

ANHA