Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berxwedana Efrînê ji Qestel Cindo dest pê kir

DOSYA

NÛRHAT HESEN

EFRÎN – Gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê, ji 6 salan ve li hemberî çeteyên artêşa Tirk a dagirker berxwedanê dike. Şêniyan û hêzên leşkerî bi derfetên kêm bersiva êrîşên hovane dan û nehîştin gund têkeve destê çeteyan. Qestel Cindo bûye mînaka berxwedanê.EFRIN-GUNDE-QESTELE-HEYA-NIHA-BERXWE-DIDE ‫(177996293)‬ ‫‬

Gundê Qestelê Cindo dikeve 30 kîlometeryan rojhilatê bajarê Efrînê, her wiha 5 kîlometreyan rojavayê bajarê Ezazê ye. Gund ji 200 malî pêk tê û bi hezaran şênî têde jiyan dikin.

Qestelê xwedî cihekî stratecîke û dikeve nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê û Efrînê. Her wiha dikeve ber Çiyayê Bersayê (Çiyay Qestelê) ku bilindiya wê nêzî 600 metrî ye, ji ber vê yekê ji destpêka Şoreşa Rojava û heta roja îro komên çete êrîş gund dikin û hewil didin gund têkin bin serweriya xwe.

Êrîşên çeteyan û detayên wê

Di destpêka sala 2012`an de, hêzên leşkerî yên di bin navê Ceyş El-Hur rejîma Sûriyê ji bajarê Ezazê derxistin, leşkerên rejîmê bi tankên xwe ve ber bi gundê Qestel Cindo ve hatin û hewil dan birevin û di nav xaka Kantona Efrînê re derbasî balafirgeha Minxê bibin. Lê Ceyş El-Hur xwe gihand wan.

Di gundê Qestelê Cindo de şerekî tund di navbera herdu aliyan de rûda, di şer de topên tankan û guleyên Doşka hatin bikaranîn. Di encamê de ziyaneke madî mezin bi mal û milêkên sivîlan bû.

Wê demê ti hêzên parastina Efrînê nehatibûn avakirin. Şêniyên gund heta şer bi dawî bû di malên xwe de bûn. paşê rejîm reviya balafirgeha Minixê û Ceyş El-Hur jî vegeriya Ezazê.

Di sala 2012`an de, tevgera şoreşger di xaka Efrînê de dest pê kir û ciwanên Efrînê bi dildarî çek hilgirtin û erka parastina xaka Kantona Efrînê hilgirtin ser milên xwe. vê yekê kir ku komên çeteyên girêdayî koalisyona Sûriyê (Îtilafê), berê xwe bide wê derê û çeteyên bi navê Asîfet El-Şemal ku hejmara wan derdora 6 hezar çete bûn, êrîşên berfireh li ser gund pêk aînin. Di van êrîşan de çekên giran ên ku artêşa Tirk a dagirker ji wan re pêşkêş dikir, bikar anîn.EFRIN-GUNDE-QESTELE-HEYA-NIHA-BERXWE-DIDE ‫(177996289)‬ ‫‬

Çekên şêniyên gund sivik bûn, hejmarek çekê kilaşînkov û hejmarek çekên awê (nêçîriyê) ku şêniyan jêre digotin Bombekşin bûn. Çeteyên Asîfet El-Şemal gotin êmê di nava nîv saetê de têkevin ortê bajarê Efrînê, lê bi teqîna guleya yekemîn re serçeteyê wan ê binavê Emar El-Dadîxî hat kuştin.

Şêniyên gund tevî hejmarek şervan heta dawiyê li hemberî êrîşên ku çend hefteyan li dijî gund dom kiriye li ber xwe dan û nehêştin çete bigihêjin armancên xwe û heta serkeftinê li ber xwe dan.

Gundê Qestelê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê jî li ber xwe da

Di nîvê sala 2013`an de, çeteyên DAIŞ`ê û hejmarek komên çete yên girêdayî Îtilafa Sûrî piştî şerên tund bi rejîma Sûriyê re balafirgeha Minixê kirin bin serweriya xwe. Paşê jî nerîna çeteyan fitilî ser gundê Qestelê Cindo û çiyayê wê ya stratecîk û êrîşên li dijî gund dest pê kirin.

Wê demê YPG/YPJ`ê nû hatibûn avakirin. Hejmarek tabûrên van hêzan hebû. ji fermandarên wan şehîd Jînda û Roksana bûn.

YPG/YPJ`ê ji ser çiyayê Qestelê ve bi alîkariya şêniyên gundê Qestelê Cindo, Baflûnê û Qitmê, bi hemû hêza xwe bersiva êrîşên çeteyan dan.

Êrîşan derdora mehekê dom kir û di encamê de çeteyên DAIŞ`ê nikarîbûn gavekê jî pêşve werin.

` Jînda û Roksana heta dawiyê berxwedan kirin`

Welatiyekî ku di berxwedanê de beşdar bû detayên berxwedanê ji ANHA`yê re diyar kirinMENAN IBRAHIM

Welatiyê bi navê Menan Îbrahîm, derbarê detayên şerên li gund rû dane ji kamîreya ANHA`yê re axivî û wiha got: ʺÊrîşên yekemîn dema rejîm ji komên Ceyş El-Hur ê li Ezazê reviyane û ketine gund, derketin. şer 3 saet û nîvan dom kir, di encamê de ziyanên madî mezin bi mal û milkên sivîlan bû.

Êrîşên duwemîn ji aliyê çeteyên bi navê Asîfet El-Şemal ve hatin pêkanîn,êrîş piştî hat gotin ku ew şebîhên (alîgirên) rejîma Sûriyê ne hatin pêkanîn. Êrîşên şêyemîn jî ku yên herî dijwar bûn, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di nîvê sala 2013`an de hatin pêkanîn.

Îbrahîm derbarê êrîşan û berxwedaniya li wir hate dayîn de got:ʺLê me li kêleka hêzên xwe bi lehengî bersiva êrîşan dan û ziyan û derbeyên giran li çeteyan dan. Em heta dawiyê li kêleka hêzên xwe bûn. Em bi awayekî mezin bi şehîdên xwe yên di gund de şehîd bûne, hatibûn girêdan bi taybet herdu şehîdan Jînda û Roksana.ʺ

Berxwedana şervananNURI EFRIN

Şervanê YPG`ê Nûrî Efrîn ku bi hêzên leşkerî re di bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de beşdar bû, ji ANHA`yê re axivî û wiha gort: ʺÇeteyên DAIŞ`ê ji du aliyan ve em hedef girtin, ji aliyê gundê Maerîn  û aliyê bajarê Ezazê ve. Di êrîşan de topên hawanan û Doşka ku ji aliyê Tirkiyê ve ji çeteyan re hatibûn, bikar danîn.ʺ

Têkildarî berxwedana şervanan Jînda û Roksana, Nûrî wiha got: ʺRêheval Jînda û Roksana hê nû ji eniyên di navbera parêzgeha Idlibê û navçeya Cindirêsê li cem gundê Dêrbelûtê hatibûn û beşdar şer bûn. çekên me tenê hejmarek çekên Klaşînkov û çekên sivik bûn, piştî berxwedaneke mezin a rêhevalan Jînda û Roksana gihîştin şehadet. Her wiha 3 rêhevalên din Ebdo , Hêra û Ciwan jî şehîd bûn di wî şerî de şehîd bûn.ʺ

Zêdeyî 200 çete hatin kuştin

Nûrî destnîşan kir ku, piştî herdu rêheval Jînda û Roksana şehîd bûn, hers û heyecana şervanan zêde rabû û soza tolhildanê dan û di şerên hatine domandin de zêdeyî 200 çete hatin kuştin û wiha dom kir: ʺŞervanan Jînda û Roksana enerjî û moralên bilind didan şervanan, bi destekî wek hesin şer dikirin, min nikarî hejmara çeteyên hatine kuştin bijmêrim lê 200 çete zêdetir hatin kuştin.“

Nûrî Efrîn di dawiya axaftina xwe de bi awayekî tund ev gotin kir: ʺDema hejmarek çekên Klaşînkovê tenê li ba me hebûn Tirkiyê û çeteyên wê nikarîbûn bostekî ji xaka Efrînê dagir bikin, niha jî bi hêz û cebilxaneyên me yên xurt artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin gavekê pêşve werin.ʺ

Piştî çete vala hatin derxistin, artêşa Tirk a dagirker bi xwe destwerdanê dikirEFRIN-GUNDE-QESTELE-HEYA-NIHA-BERXWE-DIDE ‫(177996291)‬ ‫‬

Di rêya çûyîna ser çiyayê Qestelê re, me dît ku topên Katyoşa di erdê de hatine çandin û topên hawanan ên nehatine teqîn li wê deran avêtibûn erdê. xuya dikir ku ew tolpên artêşa Tirk a dagirker avêtibûn ne. Darên daristanan jî bi awayekî mezin rastî ziyanên mezin hatibûn.

Gundê Qestelê Cindo niha jî rojane rastî êrîşan tê. Têkildarî mijarê şêniyên gund diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi topên xwe malên gund hedef digrin, di gera me ya di nav gund re me dît ku banê malê welatiyekî bi topên hawanan hatibû rûxandin.

Piştî êrîş û hewildanên çeteyên girêdayî Tikriyê yên DAIŞ`ê û çeteyên Lîwa Asîfet El-Şemal vala hatin derxistin, niha artêşa Tirk a dagirker bi xwe hewil dide gund û çiyayê wê yê stratejîk dagir bike.

Artêşa Tirk a dagirker ê li bajarê Ezazê û gundên wê bi cih dibin bi awayekî rojane gundê Qestelê topbaran dikin. Lê şêniyên gund wek berê jî dagirkirinê red dikin û rêbaza berxwedanê heta serkeftinê dişopînin.

Berxwedana Efrînê ji gundê Qestelê Cindo ve dest pê kir û heta niha bi ruhê şehîdîn 2013`an li hemberî dagirkeran li ber xwe dide.

(rr)

ANHA