Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Berxwedana Efrînê wê xeta şer li ser bingehê berjewendiyên gel biguhere‘

Dîmen

LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO– Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa “Berxwedana Efrînê” wekî cenga Stalîngrad û Diên Biên Phu ku xeta şer li ser bingehê berjewendiyên gelan dane guheretin, bi nav kir.

Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û berxwedaniya gel a li hemberî van êrîşan ji ajansa me re axivî.

Mûsa di destpêka axaftina xwe de cangoriyên azadiyê bi bîr anî.got, “Êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser Efrînê ku di hefteya xwe ya 3‘yemîn de ye diyar dike ku Erdogan ê Selcûqî şer li hemberî gelên Bakurê Sûriyê ragihandiye.”

‘Armanca êrîşan têkbirina projeya demokratîk e‘

Şêxmûs Mûsa girêdayî armanên êrîşên li ser Efrînê ev tişt anî ziman, “Heger em behsa armancên êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê bikin, armancên xwe pir in, ji wan, şerê li hemberî gelê Kurd, ji ber ku dewleta Tirk di tu demê de naxwaze Kurd mafê xwe bi dest bixin, her wiha armanca wê ewe w ku projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan a li Bakurê Sûriyê têk bibe. Wekî din, her kes dizane ku dewleta Tirk di hundir û derve de binketiye û dixwaze bi van êrîşên xwe binkeftina xwe derbasî dewletên din bike û desthilatdariya AKP‘ê biparêze. Êrîşên li dijî Efrînê çavbirçîbûna Erdogan nîşan diyar dike.”

‘Tirkiyê bûye zindana demokrasaxwaz û welatparêzan‘

Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê destnîşan kir ku Tirkiyê ji demokrasîxwaz û welatparêzan bûye girtîgeh, dewleta Tirk bi destpêka derbeya Fethullah Gulen, bi hezaran kesên demokrasîxwaz û niştîmanperwer girtiye.

‘Berxwedana Efrînê mîna cenga Stalîngrad û Diên Biên Phu e‘

Şêxmûs Mûsa berxwedana Efrînê bi cenga carenûsî ya Stalîngrad Grad a li hemberî hêzên Nazî û denga Diên Biên Phu ya Vêtmanê li hemberî Franca ku xeta şer li esasê berjewendiyên gelan pêşxistin wesif kir.

Mûsa bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê, kuştina sivîlan û hedefkirina navendên xizmetguzariyê şermezar kir û spart berjeweniyên wan ên aborî bi Tirkiyê re.

‘Berxwedana Efrînê, parastina hemû gelên Sûriyê ye‘

Şêxmûs Mûsa di nava axaftina xwe de, bang li hemû gelên Bakurê Sûriyê kir ku piştigiriyê bidin berxwedana Efrînê û wekê parastina hemû pêkhateyên Sûriyê kir. Mûsa got, “Em di wê baweriyê de ne ku Erdogan û terorîstên wê yên navê Artêşa Azad li xwe dikin wê li çiyayên Efrînê û geliyên wê li hemberî berxwedaniya YPG û YPJ‘ê binkevin.”

Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa bang li gelê Kurdistanê bi hemû partî, sazî û hêzên wê kir ku bi her cûreyên piştgiriyê, madî, leşkerî û siyasî xwedî li gelê Efrînê derkevin.

(bb)

ANHA