Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berxwedana gelê Kurd bi helbestan vegot

KAWA HEMO

DÊRIK – Li ser trajediya gelê Kurd, şoreşê, destaneyên Rojava, her wiha li ser şehîdan û berxwedanê helbest nivîsandine.DRK-JI-KOCPERBONE-FERI-HEBESTEBO ‫(151388674)‬ ‫‬

Helbestvanê bi navê Enwer Sofî (67) ji niştecihên gundê Kanî Nime yê girêdayî bajarê Dêrikê ye. Sofî li dibistanên gund û yên bajêr xwend û kolêja hiqûqê li Şamê xwend.

Ji ber rewşa rewşa ewlekariyê û siyasetên rêjîma Baas, malbata wî neçar ma ku koçî Başûrê Kurdistanê bike.

Dema ku Sofî dibistana amadeyî dixwend, dît ku rêjîma Baas destûr nade ku Kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Wê demê Sofî dest bi nivîsandina helbestan kir û derbarê mijarên civakî û mirovî de helbest nivîsand.DRK-JI-KOCPERBONE-FERI-HEBESTEBO ‫(151388676)‬ ‫‬

Sofî anî ziman ku piştî serhildana gelê Kurd li Rojava û Sûriyê di sala 2004′an de (ku gelê Kurd li ser destê rêjîma Baas di komkujiyekê re hat derbaskirin) bi awayekî aktîf dest bi nivîsandina helbestan kir û bi Kurdî dinivîsand. Helbestên wî trajediy a gelê Kurd, doza Kurdî, banga têkoşîna azadiyê, vedigotin.

Sofî ji wê demê heta niha bi dehan helbest li ser welat, berxwedan, şoreş û berxwedanê nivîsandin. Lê ji ber kiryarên rêjîma Baas, nikarîbû helbestên xwe çap bike.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, Sofî helbestên xwe di sala 2014′an de çap kirin. DRK-JI-KOCPERBONE-FERI-HEBESTEBO ‫(1)‬Helbestên ku hatin çapkirin, derbarê berxwedana Rojava, komkujiya Şengalê, berxwedana Kobanê, berxwedana YPG/YPJ′ê û Rêberê  gelê Kurd Abdullah Ocalan de bûn.

Di sala 2016′an de jî hejmarek helbestên din ên derbarê azadî, koçberî, şehîd, doza Kurdî û şoreşa Rojava de, çap kirin.

Sofî di helbesteke xwe ya li ser komkujiya Şengalê de wiha got:

Ji Kobanê heta Şengalê zulm pêk anîn

Biçûk û mezin îşkence kirinDRK-JI-KOCPERBONE-FERI-HEBESTEBO ‫(151388675)‬ ‫‬

Ev mirov şerê kê dikin gelo

Li nava Şengalê geriyan

Jin li bazaran firotin

Dayîk jî digirî û dibêje

Em ê tola xwe hilînin

Helbestvan Enwer Sofî Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê (şaxê Dêrikê) ye.

Sofî got ku ew nivîsandina helbestan didomîne û dê di demeke nêz de hejmarek helbestên xwe çap bike.

(mm)

ANHA