Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Berxwedana girtîgehan silav kirin û soz mezinkirina tekoşînê dan

TIL TEMIR- Kongreya Star li bajarê Til Temir girtiyên gireva birçîbûne silav kirin û bang li hemû jinên Kongreya Star kirin ku têkoşîna xwe bilind bikin û destek bidin berxwedaniya zindanan.TILTEMIR-DAXUYANIYA-KONGIRA-SITAR

Ji bo piştgiriya berxwedaniya girtîgehan û çalakiya gireva birçîbûne ku ketiye roja xwe ya 57`an Kongreya Star li bajarê Til Temir daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺGireva birçîbûne ya girtiyên siyasî ketiye roja xwe ya 57`an û bi hezaran girtiyên şoreşger ên berxwedaniya zindanan dişopînin li hemberî tecrîda li ser Rêber APO û zilma li ser girtî û gelê Kurd têdikoşin.

Eger girtiyên greva birçîbûne jiyana xwe fedayî Rêber APO dikin divê jinên Kongreya Star têkoşîna xwe xurt bikin û destek bidin berxwedaniya zindanan.

Em bang li hemû hêzên siyasî, demokratîk, Saziyên Mafên Mirovan, Rewşenbîran, Nivisîkaran û xwediyên wicdan dikin ku xwedî li berxwedaniya zindanan derbikevin. Xwedî li berxwedaniya zindanan derketin xwedî li jiyana azad û demokratîk derketine.

Em weke Kongreya Star a herêma Til Temir berxwedaniya greva birçîbûne silav dikin û soz didin ku têkoşîna xwe xurtir bikin.ʺ

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedaniya zindanan, Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(np/dc)

ANHA