Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Berxwedana jin pergala Erdogan ê faşîm hilweşand‘

KOBANÊ – Bi dehan jinên navçeya Qenaya ya kantona Kobanê bi meşekê piştgirî dane Berxwedana Serdemê û û bi yek dengî gotin “Em hemû Avesta Xabûr in”

Bi pêşengiya Kongreya Star, bi dehan jinên navçeya Qenaya ya kantona Kobanê xwepêşandanek lidarxistin û piştgiriya xwe ji Berxwedana Efrînê re nîşan dan.

Xwepêşandarên wêneyên têkoşerên Berxwedana Serdemê, zarokên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Berxwedana jin pergala Erdogan ê faşîst hilweşand” vekiribûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Mala Gel a navçeyê ber bi li rawestgeha El-Qenaya  ve dest pê kir.

Di meşê de bi navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê hatin avêtin.

Meş li rawestgehê veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê, Rêvebera Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Sara Xelîl êrîşên li ser Efrînê wekî êrîşî li ser tevahî Sûriyê bi nav kir ku bi hezaran koçberên ji tevahî Sûriyê hewandiye.

Sara Xelîl bang li hemû gelê Sûriyê kir ku hemberî êrîşên ku vîna gelan hedef dike, bisekinin.

Cîgira Hevserokatiya navçeya Qenaya Kewser Xelîl piştgiriya jinên Ereb, Kurd û Suryan bi Berxwedana Serdemê re destnîşan kir û anî ziman ku êrîş vîna gel û jiyana hevbeş hedef dike.

Kewser Xelîl got, “Em hemû Avesta ne û feyî Efrînê ye, Berxwedana Serdemê bi keda şervanan wê bi serkeve.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bb)

ANHA